KESK Amed: Heta pêşnûme were kişandin em ê têbikoşin

Platforma Şaxên KESK’ê ya Amedê paketa ewlekariya hundir a hikûmetê anî Meclîsê şermezar kir.

Platforma Şaxên KESK’ê ya Amedê paketa ewlekariya hundir a hikûmetê anî Meclîsê şermezar kir. Berdevkê KESK’ê Medenî Tutşî got, “Wek hêzên ked û demokrasiyê careke din diyar dikin ku heta heta pêşnûme were kişandin, li çar aliyên welêt em  ê derkevin kolanan, têkoşîna xwe bi biryar bidomînin.

Hêzên Demokrasî û Kedê li ser "Paketa ewlehiya hundir" li ber AZC Plazeyê ya Yenîşehîra Amedê daxuyanî da çapemenî. Di daxuyaniyê de KESK, KCD, DÎSK,TMMOB, ÎHD, TES-ÎŞ û gelek endamên KESK'ê tevlî bûn. Berdevkê KESK'ê Medenî Tutşî axivî û diyar kir ku axaftina Serokwezîr Ahmet Davutoglu 2 roj berê weke mînaka hişmendiya hikûmeta AKP'ê radixe ber çavan. Tutşî destnîşan kir ku naveroka paketa ku ji aliyê dewletê hatiye amadekirin pêkanînên OHAL'ê ye.

'AKP ÊRÎŞÎ HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ DIKE'

Tutşî bilêv kir ku hikûmeta AKP'ê li hemberî kedkar, ciwan, jin û hemû beşên civakî di nava êrîşê de ye û wiha axivî: "Li ser navê ewlehiya cemawerî dixwazin tedbîra xwe bigirin. Ev paket ji bo ewlehiya hikûmeta AKP'ê ye û heke ev bê qebûlkirin êrîşên li hemberî hemû beşên civakê zêdetir bibin. Çawa ku bûyerên qetilkirina Berkîn Elvan, Abdullah Comert, Alî Îsmaîl Korkmaz, Ahmet Atakan, Nîhat Kazanhan pêk hatin, bi vê paketê jiyana jiyana hemû zarokan bin xeteriyê de ye."

Tutşî got, “Wek hêzên ked û demokrasiyê careke din diyar dikin ku heta heta pêşnûme were kişandin, li çar aliyên welêt em ê derkevin kolanan, têkoşîna xwe bi biryar bidomînin.

Daxuyanî bi dirûşmên "Em rê nadin faşîzmê" û "AKP şaş nebe sebra me bi dawî neke" bi dawî bû.