Kesên li Amedê hatin qetilkirin li Danîmarka hatin bîranîn
Li bajarê Kopenhag ê Danîmarka kesên di mîtînga HDP’ê ya 5’ê Hezîranê û piştî hilbijartinê li Amedê hatin qetilkirin hatin bîranîn.

Li lokalên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Danîmarka û FEY-KURD’ê ku merasîma bîranînê hat lidarxistin, ligel bi sedan Kurdistaniyan xizmên Emîn Esen, Bayram Dagtan û Bayram Ozelçî, Cîhan Amed jî amade bû. Amed di axaftina xwe de diyar kir ku hêza li pişt komkujiyê hikûmeta AKP’ê ye.
'BERPIRSYARÊ SEREKE AKP YE'
Di bîranînê Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Zelîha Tîtrek û Fetî Baran jî axivîn. Hevserokan komkujî bi tundî şermezar kirin. Baran diyar kir ku berpirsyarê sereke AKP ye û endamên Hîzbullahê yên sala 2009’an hatin berdan di komkujiyan de bikar tînin.