Ji bo Şervanê YPG'ê Harûn Ozmen ê ku li Kobanê di operasyonên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn û ligel Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bi sedan welatî tevlî mewlûdê bûn
Ji bo Şervanê YPG'ê Harûn Ozmen (Devran Amed) ê ku di 15'ê Sibatê de li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn. Bi sedan welatiyên di nav de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bi meşekê tevlî mewlûdê bûn. Welatiyên li ber Kompleksa Tarsusê hatin cem hev bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Ozmen dest bi meşê kirin û di meşê de dirûşmên, "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Rêheval Harûn nemir e" hatin berzkirin. Piştî meşê li ber mala şînê sirûda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin û rêzgirtin pêk hat.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di sersaxiyê de axivî diyar kir ku berxwedan li Kobanê hatî nîşandan sed salan carekê pêk tê. Yuksekdag anî ziman ku kesên di berxwedana Kobanê û ji bo azadiya Rojhilata Navîn jiyana xwe ji dest dan nayên jibîrkirin.
Yuksekdag da zanîn ku kesên di bûyerên 6-8'ê Cotmehê de derketin kolanan û kesên xwedî li rûmet şerefa xwe li Kobanê derketin ji bo DAIŞ têk biçe rolekî mezin lîstin. Yuksekdag axaftina xwe bi dirûmeya "Şehîd namirin" bi dawî kir.