Keleş: Leşker nahêlin ku şewat were tefandin

Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya HDK'ê derheqê şewatên li Cûdî û Gabarê got, gel dixwaze şewatê bitefîne lê leşker nahêlin.

Şewitandina daristanên Kurdistanê bi rengekî sîstematîk didome. Dewleta Tirk a ku daristanên Kurdistanê dişewitîne, nahêle ku gel şewatê bitemirîne jî û ji bilî şewitandinê jî bi cerdevanan daristanan dide birîn.

Ji Meclîsa Ekolojiyê ya Kongreya DemokratÎk a Gelan (HDK) Asrin Keleş ku bi şandeya pê re li çiyayên Cûdî û Gabarê li ser şewatan lêkolîn kirî got leşkerên Tirk nehiştine ku gel şewatê bitemirîne.

Keleş got bi 'hinceta ewlehiyê' bi guleyên ku têne avêtin şewatên li daristanan ji zûde ye dubar dibin. Keleş got ev ne rewşeke nû ye, destûr nadin ku daristanên ku têne şewitandin werin tefandin û heta niha bi deh hezaran hektra qadên daristanî şewitî ne.

NAHÊLIN KU GEL ŞEWATAN BITEFÎNIN

Keleş got van 3 mehên dawî li Cûdî, Gabar û Bestayê gelek caran daristan hatine şewitandin û piştî pirsa wan a ji şefîtiya karkirina daristaniyê ya Şirnexê rayedaran gotine leşkeran ekîba ji 6 wesayitan û 1 arazozê asteng kirine û bi hinceta ''ewlehiyê'' leşkeran nehiştine ku şewat were tefandin û bi berdewamî ragihand rayedarên şefîtiya karkirina daristanan a Şirnexê gotine cihên ku şewitîne ne 'herêmên ewle' ne, personelên ku wan şandine vegeriyana.

DARAN DIBIRIN Û DIFIROŞIN

Keleş bi berdewamî got dema ku wan serdana gundan kiriye gundiyan hazin kirine ku daristanên wan bi destê cerdevanan têne birîn, wan li TIR'an bar dikin, dibin difiroşin.

RAYEDAR: EM MIJÛL IN, KARÊ ME HEYE

Keleş bi bîr xist li ber çavê her kesî li Çiyayê Cûdî ya Şirnexê bi dehan hektar daristan şewitiye û got, ''Bi şewitandina daran re kîso, mêşên hingiv, çûk, gêrik, pirpirîk jî di nav de hemû ekosîstem tê qetilkirin. Heftiya bihurî li 3 cihan li deh deverên van deran şewat hatine derxistin. Sebeba wê heye ku em dibêjin hatine derxistin. Di serdemên med de gel vê dibêje. Şewata li Gundikê Spîndarûkê û Gilondurê didome û ji bo tefandinê ti tişt nehatiye kirin.''

Keleş her wiha got li Beştînê ya li Silopî jî şewat derketiye, şewatên li sê cihan geş dibin û got, ''Rayedar xwenebihistî dikin. Dema ku agahiyê didin wan jî ji gundiyan re dibêjin, ''em mjûl in, karê me heye.'' Em hîn bûn kesên ku hewl didin ku şewatê bitemirînin têne astengkirin, wêneyên wan têne girtin. Gundiyan gotin cerdevan heta devera ku dikarin biçinê dişewitînin. Deverên ku nikarin xwe bigihîninê jî bi fîşekan dişewitînin.''

Keleş her  wiha bang li Baroya Şirnexê û rêxistinên civaka sivîl kir derheqê berpirsên şewatan natefînin gilih bikin.