KCK'ê banga parastina dibistanên Kurdî kir

KCK'ê banga parastina dibistanên Kurdî kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê nerazîbûn nîşanî qedexeya hikûmeta AKP'ê ya li ser zimanê dayikê da. KCK'ê bang li gelê Kurd kir ku xwedî li dibistanên xwe derkeve û got, "Di serî de gelê Amedê em bang li tevahiya gelê Kurdistanê û dostan dikin ku xwedî li dibistanên xwe derkevin, wan vekin, biparêzin û çalakiyên boykotê mezintir bikin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK), der barê dibistanên Kurdî yên duh hatin vekirin lê di heman rojê de ji aliyê Hikûmetê AKP'ê ve mora girtinê li wan hat xistin de, daxuyaniyek da.

KCK'ê diyar kir ku ya hatiye kirin êrîşeke ji rêzê nîne 'li dijî gelê Kurd pêkanînek qirkirinê ye' û destnîşan kir ku ev pêkanîn durûtiya Hikûmeta AKP'ê ya di mijara çareseriyê de raxistiye pêş çavan.

KCK'ê bang li gelê Kurd kir ku qedexeyê nas neke, xwedî li dibistanên Kurdî derkeve, wan ji nû ve veke û boykotê mezintir bike.

Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî ye:

"Yek ji polîtîkayên herî xetere, herî dij bi mirovahiyê ku dewleta Tirk a mêtînger li Kurdistanê dimeşîne, polîtîkaya qirkirina çandî ye. Zarokên Kurd hînê nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin, ev yek nîşaneya berçav a vê polîtîkayê ye. Gelê Kurd yekemcar li Bakurê Kurdistanê li hin cihan bi derfetên xwe dibistan vekir, xwest zarokên xwe bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bike. Yek ji dibistanên bi vê armancê dest bi perwerdeyê kir Dibistana Ferzad Kemanger a li navçeya Amed Rezanê ye. Lê belê hikûmeta AKP'ê êrîşî dibistana hat vekirin kir û ew girt. Piştre Dibistana Dayika Uveyş a li Geverê û Dibistana Bêrîvan a li Cizîrê hatin morkirin.

'ÊRÎŞEKE JI RÊZÊ NÎNE'

Hikûmeta AKP'ê ya her tim bi îdîaya wan asîmîlasyon rakirine û dawî li qedexeya li ser ziman anîne, hewl dide gelê Kurd bixapîne, mijûl bike û serê mirovan tevlihev bike, polîsên wê êrîşî dibistanên perwerdeya bi zimanê Kurdî kirin û mora girtinê li wan dan. Ev êrîş êrîşeke ji rêzê nîne. Êrîşek li hemberî mafê perwerdeya zimanê dayikê ya zarokên gelekî ye, ku mafê herî xwezayî ye. Ev yek êrîşa li hemberî hebûn û pêşeroja gelekî ye. Vê êrîşê xweranegirtina hikûmeta AKP'ê ya li xweîfadekirina gelê Kurd, nîşan daye. Careke din raxistiye pêş çavan ku mejiyê 'Plana Şark Islahat' a belgeya sûcê qirkirinê yê dewleta Tirk a mêtînger e, tê xwestin li hemberî zarok û civaka Kurd bi biryardarî bê meşandin. Bi vê êrîşê re xwestine pêşeroja zarokên Kurd, pêşeroja hebûna neteweyî ya Kurdan tarî bikin. Ev êrîş pêkanîneke qirkirinê ya hikûmeta AKP'ê li hemberî hebûna neteweyî ya Kurdan e. Qirkirin jî sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye.

DURÛTIYA HIKÛMETA AKP'Ê CAREKE DIN HAT DÎTIN

Careke din derketiye holê ku hikûmeta AKP'ê ya bi mejiyekî faşîst êrîşî mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ya zarokên Kurd kiriye, di pratîkê de ti bersiva gotinên wê yên mîna çareserî, biratî hwd. nîne. Rayedarên hikûmeta AKP'ê ku hema hema her roj behsa çareseriya pirsgirêka Kurd, aştî û biratiyê dikin, bi fermana Waliyê Amedê re deriyê dibistana perwerdeya Kurdî ya kilît dikin. Vê êrîşê durûtî û helwesta sextekar a hikûmeta AKP'ê ya li pêşberî gelê Kurd nîşan dide, careke din raxistiye pêş çavan.

Li ser bingeha xwedîderketina li zimanê dayikê, di serî de gelê Amedê em bang li tevahiya gelê Kurdistanê û dostan dikin ku li hemberî êrîşa li dijî dibistana Ferzad Kemanger û dibistanên din ên Kurdî, xwedî li dibistanên xwe derkevin, wan vekin, biparêzin û çalakiyên boykotkirina perwerdeya mêtînger mezintir bikin."