KCK'ê Aram Tîgran bibîr anî
KCK'ê Aram Tîgran bibîr anî
KCK'ê Aram Tîgran bibîr anî
Di 5. salvegera wefata hunermendê gel Aram Tîgran de Komîteya Çand û Hunerê ya KCK'ê daxuyaniyek da û got, "Aram bi jiyana xwe ya hunerî re nîşan da ku yekitiya demokratîk a gelên Rojhilata Navîn gengaz e."
Komîteya Çand û Hunerê ya KCK'ê, hunermendê gel Aram Tîgran di 5. salvegera wefata wî de, bibîr anî. Komîteyê di peyama xwe de ji bo Aram got, "Siltanê deng ê pêşeroja me ya azad" û gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo Aram Tîgran gotibû "Ev deng divê nemire, her tim azad be" bibîr xist û destnîşan kir ku ewê şopdarên xeta hunerê ya Tîgran bin.
‘DIVÊ EV DENG NEMIRE, HER AZAD BE’
Peyama Komîteya Çand û Hunerê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) weha ye:
" Em ozanê mezin ê gel Aram Tîgran ku bi hunera xwe re rastiya Kurd û Kurdistanê anî ziman, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin, bi vê wesîleyê dilsoziya xwe ya bi şehîdên me yên leheng re careke din tînin ziman.
Rêber Apo ji bo mamoste Aram digot, 'Aram bilbilê Rojhilata Navêin e. Bi Kurdî, Ermenî, Suryanî, Erebî û bi gelek ziman stran got. Lê di heman demê de ozanekî min ê şexsî bû. Cara yekemîn min ji radyoyê dengê wî bihîst, hingî ez li Enqerê bûm. Dema li Enqerê min li dengê wî guhdarî kir, min got divê ev deng nemirine, her azad be.'
Aram Tîgran bi dengê xwe yê bedew ê bi heqîqetê, banga Kurdistanê li gelê me dikir. Coşa têkoşîna azadiyê di dilê xwe de hîs dikir, bi awaza xwe re banga xwedîderketina erd û dîrokê li gelê Kurd dikir. Aram Tîgran bi jiyana xwe ya rûmet û têkoşer ji hemû hunermendan re bû mînak û wê di têkoşîna çandê ya gelê Kurd û dostên wan de, her bijî. Ji ber ku hunermendên rastî yên gel, ti carî namirin.
‘XERCA CIVAKÎ YA BIRATIYA GELAN BÛ’
Ji salên destpêkê yên avabûna tevgera me ya azadiyê PKK'ê, Aram Tîgran li dijî bêdengiya mirinê bi PKK'ê re tevgeriya û bi dengê xwe re stranên azadiya civakê anî ziman. Ya ku bi dengê wî hat zimên, xerca biratiya gelan û ji nû ve avabûna çanda Mezopotamyayê bû. Aram Tîgran welatparêzekî mezin bû ku çanda jiyana azad a PKK'ê bi hunera xwe re digihand civakê û feydekeye mezin li yekitiya gihanî ya civaka Kurd dikir.
Bi dengê xwe yê welatparêziyê Mamoste Aram, bi muzîk û jiyana xwe re di çanda demokratîk a civakê de xwedî cihekî girîng e. Dengê wî yê zindî bi coş, Kurdsitan, Kurdî, Kurd bi xwe da hez kirin û di têkoşîna azadiyê de bû nîşaneya yekane ya mozaîka gelan a Mezopotamyayê. Hostayê mezin weke Ermeniyekî, jiyana xwe diyarî jîndarkirina çand û hunera Kurdistanê kir, çanda komunal a demokratîk pejirand û xwe yadî avakirina çanda Rojhilata Navîn kir. Wî bi jiyana xwe ya hunerî re nîşan da ku yekitiya demokratîk a gelên Rojhilata Navîn gengaz e.
‘WÊ BI DENGÊ XWE YÊ DAWÛDÎ Û CUMBUŞA XWE YA PÎROZ RE HER LI NAVA ME BIJÎ’
Rêber Apo diyar dike ku naskirina Aram Tîgran xwedî nirxeke dîrokî ye. Dixwaze rastiya ku dengê Aram Tîgran wê tîne ziman, bi awayekî azad bijî. Wendahiya Aram Tîgran bandoreke giran li Rêber Apo û gelê Kurd kiriye. Cihê wê bi hêsanî nayê dagirtin. Weke şagirtên şoreşger ên hunera wî, emê her tim bibin şopdarên xeta wî ya hunerî û şoreşger û ji bo hêjayî mîrateya wî ya hunerî bibin, emê her têbikoşin û têgihiştina hunerê û bîranîna Mamoste Aram her tim bidin jiyîn. Rûkeniya mamosteyê me yê mezin ê hunerê, wê bi dengê xwe yê dawûdî û bi cumbuşa xwe ya pîroz re, her tim di nava me de be."