KCD-E: Pêwîst e her kes dest bi çalakiyan demokratîk bike

Hevserokatiya KCD-E, êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Kobanê bi nefret şermezar kir û bang her kesê dibêje ez mirov im kir ku di vê çarçoveyê de li her cihê lê ne çalakiyên demokratîk pêk bînin.

Hevserokatiya KCD-E, êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Kobanê bi nefret şermezar kir û bang her kesê dibêje ez mirov im kir ku DAIŞ’ê û tevayî hêzên li pişt teşhîr bike, helwest nîşan bide û di vê çarçoveyê de li her cihê lê ne çalakiyên demokratîk pêk bînin.

Hevserokatiya KCD-E, bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şermezar kir. KCD-E got: “Çeteya dij mirovatiyê DAIŞ li ger egera talîmatên efendiyên xwe li hember Kobanê êrîş pêk anîne. Di van êrîşan de bi dehan mirovên me şehîd ketine û gelek birîndar bûne. Di serî de em mirovên me yê di van êrîşan de şehîd ketine bibîr tînin û ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin. Em kesên ev êrîş pêk anîne, piştgiriyê didin wan û teşwîq dikin bi nefret şermezar dikin…

Bi vê êrîşê dawî re careke din derket holê ku Tirkiye piştgiriyê dide DAIŞ’ê û bi rê ve dibe. Berê jî bi dehan caran di bin çavdêriya leşkerên Tirk de çeteyên DAIŞ’ê ku bi konvoy derbas bûn, bi awayekî zelal nîşan dide bê kî li pişt êrîşan e û li ku derê tê plankirin.”

KCD-E banga çalakiyên demokratîk li her kesî kir û got: “Em bang li gelê me, dostên me û tevayî derdorên di bin şîara jiyana nû de tên gel hev, saziyên navneteweyî û kesên dibêjin em mirov in dikin ku ku DAIŞ’ê û tevayî hêzên li pişt teşhîr bike, helwest nîşan bide û di vê çarçoveyê de li her cihê lê ne çalakiyên demokratîk pêk bînin.

Êrîşên li hember Rojava li hember mirovatiyê ne. Em bawer in ji bo em li hember êrîşan bibin bersiv pêwîst e gelê me li her cihî  û ji her demê zêdetir di nav çalakiyan de be.”