KCD'ê ji bo perwerdeya zimanê dayikê bang kir

KCD'ê ji bo perwerdeya zimanê dayikê bang kir

Kongreya Civaka Demokratîk destnîşan kir ku bêyî perwerdeya zimanê dayikê, gel pênaseya netewebûyînê winda dike û destek da xebata ava kirina dibistanên Kurdî. KCD'ê her wiha banga boykota hefteyekê ya dibistanan kir.

Kongreya Civaka Demokrartîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî piştgirî da hewldanên TZP Kurdî, Egîtîm Sen û Mala Piştgiriya Perwerdeyê yên ji bo avakirina dibistanên Kurdî li sê herêmên pîlot û bal kişand ser girîngiya boykota hefteyekê ya dibistanan.

KCD'ê di daxuyaniya xwe de bibîr xist ku ziman hebûna gelan e û got, "Eger ziman bi perwerdeya zimanê daikê geş û gur nebe, gel pênaseya xwe ya netewebûyînê winda dike."

KCD'ê da xuyakirin ku di encama têkoşîneke xurt û dayîna berdêlên giran de zimanê qedîm ê gelê Kurd hatiye parastin û bi vîna neteweyî gihaştiye asta perwerdeyê. 

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser astengiyên qanûnên dewleta Tirkiyeyê yên li pêşiya perwerdeya zimanê dayikê û hat gotin ku ji bo ev astengî û qedexe ji holê bên rakirin, sazî û dezgehên ziman û perwerdeyê hewl didin ku dibistanan ava bikin.

KCD'ê ragihand ku ew destekê didin xebatên avakirina dibistanên Kurdî, vê yekê weke pêngaveke girîng dibînin û got, "Di heman demê de em piştgiriyê didin banga TZP Kurdî, Kurdî Der, Eğitim Sen û Maperê ya ji bo hefteyekê boykotkirina dibistanan."

Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd hat kirin ku ji bo perwerdeya zimanê dayikê dengê xwe bilind bikin û hat gotin, "Em hêvîdarin ku, hikûmet jî di pêvajoya muzakere û aştiyê de polîtîkayê asîmîlasyonê bi dawî bike û hemû astengiyan li ber perwerdeya zimanê dayikê rake. Em bawerin rêya demokrasiya rasteqîn jî bi vî rengê vedibe."