KCÊE hilbijartina Bavê Şêx pîroz kir

Koordînasyona Civaka Êzidxan a Ewropayê (KCÊE) hilbijartina Bavê Şêx pîroz kir.

Koordînasyona Civaka Êzidxan a Ewropayê bi wesîleya hilbijartina Bavê Şêx peyamek weşand.

Peyam wiha ye:

"Em wek Koordînasyona Civaka Êzdîxan ya Ewropayê, hilbijartina Elî Elyas Hecî Nasir a ji bo Bavê Şêxiyê li tevahiya civaka Êzidî û wargehên Êzdîxanê piroz dikin. Bi rabûna vî erkî û berpirsyartiya giranbuha di karê wî de serketinê dixwazin. Qewata Xwedê û Tausî Melek li pişta wî bê.

Her wiha em polîtîzekirina hilbijartin û şexsiyeta Bavê Şêx rast û guncav nabînin. Ew merciyetek pîroz e û nabe ku hinek derdor wê bikin amûrê berjewendiyên siyasî û egera perçebûna civaka me. Bi vê erka qedîm pêwiste bibe sembol nîşaneye tifaq û yekitîya tevahî civaka me. Divê nirx û pivanên civaka me ser her tiştî bên esas girtin.

Hêvî û daxwaziya me ji Bavê Şêx ew e ku, ew ji berjewendiyê têkakesî û malbatî dûr bike û nekeve bin bandora ti hêzên siyasî.

Em di wê baweriyê de ne ku ew ê bikaribe ji bo sibaroja Êzdiyan xizmet û rebertiyekê ku tê xwestin bike.

Li ser vî esasî em ê jî bi hemû hêz û baweriya xwe ya Êzdayetî herdem bibin piştevanê kar û biryarê wî.

Bi vê bîr û baweriyê em dubarê oldar Bavê Şêx pîroz dikin û carek din serketinê jê re hêvî dikin."