KCÊE Cejna Paskalyayê pîroz kir

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊE) Cejna Paskalyayê li civata bawermendên Mesilî yên li Kurdistanê û cîhanê, pîroz kir.

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊE) bi wesîleya Cejna Paskalyayê peyamek weşand.

Peyama KCÊE'yê wiha ye:

"Em wek pêkhateyên civaka Êzîdî, cejna Paskalyayê-Hêkesorkê li gelên Asûr, Sûryan, Kildan, Ermen û hemû bawermendên mesîhî yên li Kurdistanê û cîhanê, bi taybetî jî li mesîhiyên katolîk pîroz dikin.

Ji bo civaka mesîhiyan ev cejn wek roja vejîna Îsa/Mesîh e, her wiha ev roja pîroz, wek ronîkirina jiyanê ji nava tarîtiyê û vejîna xwezayê ye.

Bi hêviya ku ev cejn bibe sedema aştî û azadiyê û ji bo mexdûrên şer, bêdadiyê li Rojhilata Navîn û ji tevahiya mirovahiyê re dad û wekheviyê bîne.

Îsal ev cejn di qonaxeke dîrokî de tê pîroz kirin. Dewleta Tirk bi hevkarên xwe re li her deverî êrîşê gelan dikin. Dîsa xwe ji êriş û dagirkirinê re amade dikin. Bi taybetî jî di dema dawî de, êriş û gefên xwe li ser axa me ya pîroz Şengalê zêde dikin û dixwazin wir dagir bikin.

Civaka me li hemberî gefên dagirkeriyê yên Dewleta Tirk û hevkarê wê, li Şengalê berxwedaneke bêhempa dimeşîne. Di van rojên dîrokî de, pîrozkirina cejna Paskalya yê, wê hêzeke mezin û îradeyeke bi hêztir bide berxwedana Civaka Êzîdî. Civaka Êzîdî û mesîhiyên li Mezopotamyayê, wê bi têkoşîn û berxwedana hevpar bikaribin siberojek azad û wekhev ava û misoger bikin. Tekana rêya li dijî hêzên qirker û dagirker, di têkoşîn û berxwedana hevpar a gel, civak û baweriyan de derbas dibe.

Her wiha îro roja ji dayîkbûna afirînerê felsefeya Neteweya Demokratîk, felsefeya azadî, wekhevi, aştî û demokrasiyê, hîmê afirînerê pêkvajiyana navbera gel, civak û baweriyan ya Rêber Abdullah Ocalan e. Em roja ji dayîkbûna Rêber Apo jî li hemû civak, gel û baweriyên Mezopotamya û Kurdistanê pîroz dikin. Em dibêjin rexmî hemû êriş û zehmetiyan jî, em ê bi ruhê cejna vejîna Îsa/Mesîh û 4’ê Nîsanê azadiyê bînin welatê xwe û jiyana hevbeş ava bikin.

Bi vê hest û baweriyê em wek Koordînasyona Civaka Êzîdî Ewropayê, tevî hemû pêkhateyên xwe, cejna Paskalya-Hêkesorkê li tevahiya katolîkên mesîhî yên li Mezopotamya û cîhanê pîroz dikin."