KCÊ ya Ewropayê Cejna Êzî pîroz kir

Koordînasyona Civaka Êzîdî (KCÊ) ya li Ewropayê Cejn Êzî pîroz kir û got, "Di kesayetiya cangorî Merwan Bedel û Seîd Hesen Seîd de, cejna Êzî li hemû cangoriyên Êzdîxanê û azadiyê, qurbaniyên Fermana 74'an, li tevahiya civaka Êzdî pîroz dikin."

Koordînasyona Civaka Êzîdî (KCÊ) ya li Ewropayê Cejna Êzî bi daxuyaniyekê pîroz kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em bi rasthatina cejna Êzî bang li tevahiya civaka xwe dikin ku plan û projeyên dijminan pûç bikin, xweserî û statûya Şengalê bi hikûmeta Îraqê û hêzên navneteweyî bidin qebûlkirin û misogerkirin.''

Daxuyaniya giştî ya KCÊ ya Ewropayê wiha ye:

''Cejna Êzî em sazî û rêxistinên civaka Êzdî yên Ewropayê, SMJÊ(Sîwana Miclîsen Jinên Êzdî) NAV-YÊK(Navenda Yêkîtîya Komelên Êzdîyan) MŞD( Miclîsa (Şingal ya Derveyî Welat) YÊS (Yêkîtîya Êzdîyên Surî) HCÊ (Hevgrtina Ciwanên Êzdîyan) NÇÊ (Navenda  Çanda Êzdîxan) SMGÊ) Sîwana Miclîsen Gundên Êzdîyan)  di serî de kesayetiya cangorî; Merwan Bedel, Seîd Hesen Seîd, Mam Beşîr, Mam Zekî, Fermandar Zerdeşta,Berivana,Hacira,Lava,Xanêya,şêx Xêrî,Berxwedan Tolhildana,  de, li hemû cangoriyên 74 Fermanan, li tevahiya civaka Êzdî, gelê Kurd, hemû gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê pîroz dikin û dibêjin, wê rihê fedaî û berxwedêr yê cangorî û têkoşerên Êzdîxan û azadiyê, jiyana azad, aram û hevbeş di navbera ol, gel û civakan de pêk bîne.

Ji ber siyaset, êrîş, şer û kiryarên hêz û derdorên hegemonîk, desthilatdar, dagirker û qirker; civak û gel nikarin cejnên xwe li gora armanc û wateya wan pîroz bikin.

Li aliyekî plan û peymanên qirkirinê yên li ser civaka me, li aliyê din jî berxwadana ji bo parastina rûmet û siberojê ku ji aliyê civakê va tê lidarxistin. Em civaka Êzdî, Cejna Êzî, di bin gef û êrîşên tunekirinê ku li hemberî me tê meşandin û berxwadanek bêhempa ya li dijî van êrîşan, pîroz dikin.

Di encama van êrîş û berxwedana li dijî van êrîşan de, kesên me yên herî bi rûmet û hêja tên qetilkirin û dibin cangoriyê bawerî û axa pîroz.

Dijminên Êzdayetiyê, civaka Êzdî û mirovahiyê, di rojên me yên pîroz de jî, êrîşan li hemberî me pêk tînin, axa me bombe dikin, pêşeng û rêveberên me qetil dikin. Nahêlin ku em rojî û cejnên xwe di nava tifaq, aştî, azadî, aramî, xweşbînî û şahiyê de pîroz bikin.

Herî dawî di roja rojiyên Êzî de hevrêyê me Merwan Bedel, bi balafiran qetil kirin. Cangorî Merwan, bi zarokên xwe ra, di nava amadekariyên cejn û rojiyan de bû. Dixwest ji bo wan cil û berg û şekirên cejnê ji sûkê bikre, lê mixabin ew li kêleka zarokên xwe ji aliyê dewleta Tirk a dagirker va hat qetilkirin. Dijminên koka me û îxanetkaran Merwan ji me û zarokên wî qut kirin û her çar zarokên wî sêwî hiştin.

Her wiha xwestin di roja cejnê de, roja 11ê Kanunê, di dema ku xêra Merwan Bedel bihata dayîn, bi komkujiyek din cejna civaka me û xêra wî li me bikin şîn. Dewleta Tirk a dagirker, 11ê Kanunê, Meclîsa Gel a Xanesorê bombe kir û ji binî ve rûxand.

Rejîma Erdoganî, bi hevkarî û piştgiriya PDK'ê û hikumeta Îraqê, di nava salekê de gelek caran êrîşên xwe li hemberî Şingala pîroz, bênavber domandin. Di encama van êrîşan de, Fermandarê YBŞ'ê hevalê me Seîd Hesen Seîd jî di nav de, gelek leheng, pêşeng û zarokên civaka me, zarokên Şingalê qetil kirin. Herweha nexweşxaneya Sikêniyê jî di nav de gelek cih û warên me bombe kirin, ji holê rakirin.

Em Koordînasyona Civaka Êzdî ya Ewropayê, dibêjin, pîrozbahiya herî bi wate ya cejna Êzî û bersiva dijminan; xwedîderketina li berxwedana dîrokî ya Şingalê û bicihanîna armancên cangorî, berxwedêr û têkoşeran e. Pîrozbahiya herî bi wate ya cejna Êzî; xwedîderketina li Merwan Bedel, Seîd Hesen Seîd, Mam Beşîr, Mam Zekî, Zerdaşt, Şêx  Xêrî, Lava, Hacira, Xanê, Bervana, Berxwedan Tolhildanan û armancên wan e. Pîrozbahiya herî bi wate ya cejna Êzî; ji nû ve avakirina nexweşxaneya Sikêniyê, Meclîsa Gel a Xanesorê û xûrtkirina pergala Rêveberiya Xweser a Şingalê ye. Pîrozbahiya herî bi wate; xwedîderketina cangorî û qurbaniyên 74 Fermanan e. Pîrozbahiya herî bi wate ya cejna Êzî; misogerkirina statûya Şengalê, kar û xebata ji bona erêkirina vîn, rêveberî û parastina civaka me ya Şingalê ye.

Em bi rasthatina cejna Êzî bang li tevahiya civaka xwe dikin ku, plan û projeyên dijminan pû bikin, xweserî û statûya Şengalê bi hikûmeta Îraqê û hêzên navneteweyî bidin qebûlkirin û misogerkirin. Rêya hebûn û siberoja me, nirx, bawerî, çand û nasnameya me; di Şingala azad û xweser de derbas dibe. Eger em bixwazin wek Êzdî û li gora Êzdayetiyê li ser rûyê dinê bijîn û bimînin, divê em li Şingalê xweyî derkevin û biparêzin. Ji bo vê yekê jî divê, ji herdemê bêhtir tifaq û yekitiya xwe xûrt bikin, hevûdu hembêz bikin û cejna xwe ya Êzî pîroz bikin.

Li ser vî esasî, em di kesayetiya cangorî Merwan Bedel û Seîd Hesen Seîd de, cejna Êzî li hemû cangoriyên Êzdîxanê û azadiyê, qurbaniyên Fermana 74'an, li tevahiya civaka Êzdî, gelê berxwedêr yê Şengalê, gelê kurd û mirovahiyê pîroz dikin û hemû kesê li dijî qirkirin û dagirkeriyê, di nava berxwedanê de ne, silav dikin û dibêjin ev berxwedan û têkoşîn, wê cejnan careke din bigihîne armanc û wateya wan. Wê bi serketina berxwedan û têkoşînê ra, cejn bibin; rojên tifaq, aştî, aramî, azadî, wekhevî, xweşbînî û şahiyê.''