Karkerên li Salîhlî pûşî dabûn serê xwe hatin binçavkirin

Hat ragihandin ku li navçeya Salîhlî ya Manîsayê karkerên dema ji kar vedigeriyan malê bi hinceta pûşî dane serê xwe hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku li navçeya Salîhlî ya Manîsayê karkerên dema ji kar vedigeriyan malê bi hinceta pûşî dane serê xwe hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku li navçeya Salîhlî ya Manîsayê karkerên dema ji kar vedigeriyan malê bi hinceta pûşî dane serê xwe hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku polîsan li malên karkerên binçav kirine lêgerîn jî kirine.

Li Salîhliya cenazeyê Astsubay Serçawîş Îsmaîl Yavûz ê di êrîşa bombeyî ya li navçeya Licê ya Amedê de jiyana xwe hat defnkirin, karkerên bi navê Mehmet Reşat Tekîn û Ferhat Tekîn ên ji kar vedigeriyan mala xwe bi hinceta pûşî dane serê xwe li qada Salîhlî hatin binçavkirin.

Her du kurapên ku polîsan ew sekinandin, piştî lêpirsînê hatin berdan. Lê belê piştî demeke kurt ekîbên polîsan ên bi navê yûnûs careke din her du kirin bin çavan û ew birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê. Polîsên li mala her du kurapên kirin bin çavan lêgerîn jî kirin.