Jinek Kurd biçêkirina wêneyê Ocalan lisansa xwe wergirt

Jinek Kurd biçêkirina wêneyê Ocalan lisansa xwe wergirt

Gelawêj Welidxaniya ku jineke ji rojhilê Kurdistanê ye lîsansa xweya bilind li Norweçê bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi pênûsrejiyê (kara kalem) xêz kiribû temam kir.

Gelawêj Welidxanî ya ku jineke ji rojhilatê Kurdistanê ye û niha li Norveçê dijî, perwerdeya xwe ya lîsansa bilind bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi pênûsrejiyê (kara kalem) xêz kiribû temam kir. Welidxanî ew berhema xwe ya ku çêkiriye li Mala Çandê ya Osloyê ji bo hunerhezan vekiriye. Ji bilî postera ku Welidxanî bi pênûsrejiyê çêkiriye, berhemeke din jî nexşeriya Rêberê Gelê Kurd a ku tê de gelek tesbîtên balkêş hene Welidxanî bi porên xwe nexşandiye.

Rojnameya Aftenposten a ku li Norweçê derdikeve û gelek xwendevanên wî hene di rûpela çandê ya rojnameyê de hemû ji bo pêşandanê da xebitandin. Rojnameyê ji bo wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê Gelawej Welidxanî ve hatibû nexişandin ev sernav avêtibû: “Berhema ku herî balê dikişîne.” Her wiha rojnameyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî; ‘Şervanê Azadiyê’ bi nav kir û wiha bi xwendevanên xwe re da nasîn. Her wiha şêwekar Welidxanî, portreyên sê jinên siyasetmedar ên kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan jî çêkiribû. Dê pêşangeh heta 16 hezîranê li Mala Çandê ya Osloyê berdewam bike.