Ji Suer li Brukselê pêşangeh
Ji Suer li Brukselê pêşangeh
Ji Suer li Brukselê pêşangeh
Pêşangeha duyemîn a li derveyî welat a wênekêşê Kurd Mehmet Masum Suer li paytexta Belçîkayê li Brukselê di Hefteya Çanda Kurdî de vedibe. Suer, bi wêneyên xwe dê bajar, çand, huner û mirovê Kurd bide nasîn.
Di pêşangeha Mehmet Masum Suer a li Brukselê di Hefteya Çanda Kurd de, ji bajarên Amed, Wan, Mêrdîn û Heskîfê û ji çalakiyên çandî, hunerî û polîtîk 31 wêne dê cih bigirin. Di navbera 17 û 21’ê Îlonê de dê bê lidarxistin. Suer, heya îro 12 pêşangeh vekirine. Pêşangeha wî ya yekemîn a li derveyî welat du sal berê li Amerikayê vebibû. Suer, li Başurê Kurdistanê jî li Duhok, Silemaniyê, Ranya, Hewlêr û Maxmûrê bi tevahi 6 pêşangeh vekiriye.
Hefteya Çanda Kurd a Yekemîn ji aliyê 16 saziyên Kurd û Belçikayê hate amadekirin. Çalakiyên hefteyê dê di 17’ê Îlonê de bi meşa Hefteyê destpê bike. Beşdarên meşê dê bi cil û bergên Kurdî bimeşin. Bûk û zavayek jî bi cil û bergên Kurdî dê di meşê de cih bigirin. Evara roja yekemîn konsera hunermend Tara Jaff û temaşekirina fîlmê Nuray Şahin heye. Di hefteya ku dê 5 rojan berdewam bike de konsera Mehmet Atli, temaşekirina fîlmên Hiner Saleem û Yilmaz Guney û çend fîlmên din, pêşangeh û danasîna xweranên Kurdî, pêşangeha wêneyan a Colin Delfosse a bi navê ‘Amazonên PKK’yî’ ku gerîlayên jin dide nasîn, koma govendê û gelek çalakiyên din jî wê bên lidarxistin.
Wênekêş Suer, ji ber pêşangeha xwe ya li Brukselê kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha axivî: “Ji bo min pêşangeh û xebatên li derveyî welat pir girîng in. Ji ber ku ez bi wêneyên xwe dixwazim çand, huner, mirovê Kurd û welatê xwe bidim nasîn. Di demên pêş de armanca min ew e ku ez li Parîs, London, Berlîn û Viyanayê jî pêşangehan vekim.”