Ji Şîrvanê heta Çukurova pîrozbahiyên Newrozê
Ji 21’ê Adarê re ku çend roj man, agirê Newrozê li gelek deveran bilind bû.
Ji 21’ê Adarê re ku çend roj man, agirê Newrozê li gelek deveran bilind bû.
Li navçeya Şîrvan a Sêrtê bi armanca pîrozkirina Newrozê şahî hat lidarxistin. Şahiya li Stadyuma Şîrvanê pêk hat rêveberên HDP, DBP'ê, Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan, Dayikên Aştiyê û bi sedan welatî tevlî bûn. Di şahiyê de alên KCK, PKK, YPG/YPJ'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanên YPG û YPJ'ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan hatin vekirin. Piştî rêzgirtinê sirûda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin. Di pîrozbahiyê de hevserokên Rêxistina HDP'ên yên Şîrvanê, Dayikên Aştiyê, Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Sêrtê û Hevseroka DBP'ê ya Şîrvanê axaftin kirin. Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan diyar kir ku du sal in li Şîrvanê Newroz tê pîrozkirin û wiha got: "Bi hezaran welatiyên me yên dixwestin Newrozê pîroz bikin şehîd ketin û bi sedan ciwanên me yên şal û şapik li xwe kirin hatin girtin û dayikên me li kolanan rastî heqaretan hatin. Ez dixwazin bang li kesên 40 sal in me nasnakin bikin, ew vala vala qedexe kir, ewqas sal vala derbas bûn û we vala zilm, zext û zordarî pêk anî."
Piştî axaftinan bi hezaran welatiyan bi muzîkê govend girt û Newroz pîroz kirin.
STEWRÊ
Li Taxa Ewîna ya navçeya Stewrê ya Mêrdînê jî agirê Newrozê hate hilkirin. Rêveberên DBP, HDP'ê, hevşaredar û sedan welatî tevlî pîrozbahiyê bûn. Ji Parka Şaredariyê heye Qada Newrozê meş hat lidarxistin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG û KCK'ê hatin hilgirtin. Piştî meşê rêzgirtin pêk hat. Piştre Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxistin û pîrozbahiyê destpê kir. Di pîrozbahiyê de Hevşaredara Stewrê Gurbet Tekîn axivî û wiha got: "Newroz aştî, azad û demokrasî ye." Tekîn bal kişand ser girîngiya peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a wê di Newroz Amedê de bide û wiha axivî: "Em ê li gorî peyama Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan tevbigerin."
Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Stewrê Selahattîn Onder jî axaftinek kin kir.
Li Taxa Kunifir a Stewrê jî bi heman armancê welatiyan agir pêxist û Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de dirûşmên, "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Kobanê" hatin berzkirin.
EDENE
Li Edeneyê welatiyên Rojava bi şahiyeke Newroz pîroz kirin. Di pirozbahiyê de hunermend Lewend Bekir bal kişand yekîtiya Kurdistanê.
Welatiyên Rojava yên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûn û hatin Edeneyê di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de li salona Dawetê Ozgûngor şahiyek li dar xistin û Newroz pîroz kirin. Bi sedan welatiyên Rojava, endamên KURDÎ-DER’ê û endamên HDP’ê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Salona pîrozbahiyê bi rengên kesk û sor û zer hate xemilandin û pankarta “Newroza we pîroz be bi coşa agirê Newrozê berxwedana Kobanê û Şengalê silav dikin. Cejna Newrozê li gelê Kurdistanê pîroz be. Bijî berxwedana Rojava” hate daliqandin.
Beriya ku bernameya pîrozbahiyê destpê bike Komkujiya Helebçeyê hate bîranîn û bi sirûda “Ey Raqîb” rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê hunermendê Rojavayî Lewend Bekîr derket ser dikê û bal kişand li ser çîroka Newrozê, wateya rojê û wiha got: “Em îro li vir cejna Newrozê pîroz dikin lê şervanên YPG/YPJ’ê di şer de ne û mafê me û azadiya gelê Kurd diparêzin. Bekir di axaftina xwe de bal kişand li ser yekîtiya Kurdistanê û wiha axivî: “Çar parçeyên Kurdistanê yek e. Di şoreşa Kobanê de jî gelê Kurd ev rastî nişanî hemû cîhanê da.”
Di pîrozbahiyê de bernameya pîrozbahiyên Newrozê yên li herêma Çukurovayê jî hate parvekirin û hate gotin ku di 20’ê Adarê de li navçeya Tarsusê ya Mêrsînê, di 21’ê Adarê de li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê, di 22’ê Adarê de jî li Edene, Mêrsîn, Antalya, Hatay û Osmaniyeyê Newroz bê pîrozkirin.
Piştî axaftinan û parvekirina bernameya pîrozbahiyên Newroza Çukurovayê welatiyan li ber stranên hunermendên rojavayî govend gerandin.
ÊLIH
Komîteya Amadekar a Newrozê ya Êlihe bernameya Newrozê ya dê di 19'ê Adarê li qada Newrozê were pîrozkirin li avahiya HDP'ê aşkera kir. Di daxuyaniyê de endamên Komîteya Amadekar a Newrozê, Hevserokên HDP ya Êlihê Rojda Surucu û Abdulbarî Karaagaç amade bûn. Hevserokê HDP'ê yê Êlihê Abdulbarî Karaagaç daxuyanî xwend û diyar kir Newroza 2015'an ji bo çareseriya pirsgirêka gelê Kurd hêviyeke mezin e û ji ber vê yekê ji mehek zêdetir e ku li Êlihê amadekariyên Newrozê tên kirin. Karaagaç derbirî ku wê di Newrozê de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biqîrin. Karaagaç anî ziman ku Newroza 2015'an a Êlihê bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata û bi tevlîbûna gelek kesan bi cil û bergên gelerî wê saet 10:00'an 19'ê Adarê li qada Newrozê bê pîrozkirin.
GEVER
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî têkildarî pîrozbahiyên Newrozê de amadekarî ber bi dawîbûnê ve diçin. Li qada Newroz wê lê bê pîrozkirin xebat tên kirin û ji bo ewlehiya qadê jî 200 kes wê bên peywirdarkirin. Ligel xebatên teknîkê xebatên tevlîbûnê jî li gund, tax û bajarokan tên meşandin.