Ji Saziyên Suryanî û Kurd ji bo Erdogan û Davutoglu nameya 'qirkirinê'

Saziyên Suryanî û Kurd, ji Serokkomarê Tirk Erdogan û Serokwezîr Davutoglu re name şandin, xwestin înkara Qirkirina 1915’an bi dawî bibe û tevayî mafên gelên Xiristiyan îadeyî wan bikin.

Saziyên Suryanî û Kurd, ji Serokkomarê Tirk Erdogan û Serokwezîr Davutoglu re name şandin, xwestin înkara Qirkirina 1915’an bi dawî bibe û tevayî mafên gelên Xiristiyan îadeyî wan bikin.

Saziyên Suryanî û Kurd ji deverên cuda yên cîhanê, ji bo Qirkirina Suryaniyan Seyfo 1915 bê qebûlkirin ji Serokkomarê Tirk Erdogan û Serokwezîr Davutoglu re name şandin,

Di beşa daxwazan a nameyê de hat diyarkirin rêya qirkirinên nû bên girtin, ev e ku kesên Qirkirina 1915’an pêk anîne ji gelên Xiristiyan lêbıorînê bixwazin, dewlet tevayî arşîvên xwe ji raya giştî re aşkera bike, komkujî û qetilkirinên piştî Komarê bên qebûlkirin, ji qurbanan û xizmên wan lêborîn bê xwestin tevayî mafên wan bên îadekirin. Di nameyê de her wiha wiha hat gotin, "Yek ji faktorên herî mezin ên li hember demokratîkbûna Tirkiyeyê û bûyîna dewleteke medenî ev e ku polîtîkaya înkarê didome.”

Di nameyê de hat xwestin ku xwestin înkara Qirkirina 1915’an bi dawî bibe û tevayî mafên gelên Xiristiyan îadeyî wan bikin.

Sazî û dezgehên name îmze kirine:

"Seyfo Center

Federasyona Ciwanan a Asûr Swêd (AUF)

Federasyona Jinan a Asûr Swêd (AKF)

Federasyona Asûr a Ewropaya Navîn (ZAVD)

Federasyona Ermeniyan a Swêd

Rêxistina Asûr a Demokratîk (ADO)

Rêxistina Mezopotamya ya Amerîka

Katedrala Ortodoks a Suryanî ya Södetälje Mor Yakup

Federasyona Komeleyên Elewî ya Swêd

Komeleya Piştevaniyê ya Tirkiyeyiyan a Stockholm

Kongreya Gel a Mezopotamya

Eurokurd-Navenda Dokumentasyon a Mafê Mirovan

Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamya

Komeleya Piştevaniyê ya Mezopotamya

Konseya Kurd a Swêd

Enstîtuya Kurd a Stockholm

Enstîtuya Kurd a Bruksel

Dêra Ortodoks a Suryanî ya Hallonbergen

Weşanên Nsîbîn

Rêxistina Ciwanan a Bajarê Stockholm a Komeleyên Asûr

Komeleya Çandê ya Asûr a Botkyrka

Federasyona Komeleyên Pontus a Swêd."