Ji Şaredariya Sûrê projeya 'Ji her taxê re parkeke zarokan'
Şaredariya Sûrê ku her dem bi baldarî cihekî cuda dide xizmeta ji bo zarokan piştî pirtûkxane û malên perwerdehiyê vê carê jî îmza xwe danî binê xebateke hêja ji bo zarokên Sûrê.

Şaredariya Sûrê bi baweriya ku lîstik di jiyana zarokan de cihekî girîng digire û dibe alîkar ji bo pêşxistina zarokan dest bi projeya xwe ya ji bo her taxekê qadek an jî parkeke ji bo lîstikan zarokan ava dike.
Kampanya Şaredariya Sûrê ya “Li her taxekê parka lîstikan” bi alîkariya beşê gerînendehiya parastina derdorê da destpêkirin wekî gava yekemîn li 4 taxan parka lîstikên zarokan hate avakirin.
Ji bo ku vê xebata ji bo zarokan di cih de bişopîne hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barût, alîkarê hevşaredar Îsmet Erdal û endamên meclisa Sûrê jî tevli vê xebatê bûn.
Hevşaredar Fatma Şik Barût bal kişand ser girşîngiya vê xebatê û pêwîstiya lîstikê di jiyana zarokan de û wiha got: “Em bi vê xabata ji bo pêşeroja xwe ango zarokên xwe dikin û wê ev xebat bibe razemenî ji bo zarokên me. Zarokên ku paşerojeke wan a xweş hebe wê di siberojê de wê xweşikiya jiyana xwe bijîn û di hemû tevgerên xwe de bi derdora xwe jî bidin jiyandin. Em dixwazin ku ew êş û azarên me û mezinên xwe kişandine nebin para zarokên me jî. Hemû hewldanên me di wê çarçoveyê de ne ku em jiyaneke xweş ji zarokên xwe re bihêlin."
Alîkarê hevşaredaran Îsmet Erdal jî di axaftina xwe de li ser girîngiya vê projeyê rawestiya û wiha kêfxweşiya xwe anî ziman: ' Şaredariya me bi vê xebatê wekî destpêk ji taxên Hasirli, Alî Paşa, Îskender Paşa û Kabasakal ev projeya xwe xiste meriyetê û wê xebatên me ji bo taxên din jî bê navber berdewam bikin." Erdal di berdewamiya axaftina xwe de got ku ew dixwazin civakeke guncav li gorî projeya xwe ya mirovahiya mezin ava bikin û ev proje jî ji bo pêşeroja zarokên me gaveke giring e ber bi avakirina civakeke mînak.