Ji Şaredariya Peyasê 8 pirtûkên çîrokên Kurdî

Ji Şaredariya Peyasê 8 pirtûkên çîrokên Kurdî

Muduriyeta Karên Çand û Civakî ya navçeya Amed Peyasê, ji bo mezinan pirtûka "Destanên Kurdî" û ji bo zarokan jî 8 pirtûkên Kurdî yên çîrokan bi wêneyan vedibêjin, amade kir.

Şaredariya Peyasê, piştî pirtûka Hogir Berbir a bi navê "Destanên Kurdî" ya ji bo mezinan, 8 pirtûkên çîrokên Kurdî yên ji bo zarokan çap kir.
Pirtûkên bi navê Dîk û Kîso, Ker Şêr û Rovî, Pîrê û Dîk, Qertel û Kîso, Roviyê Bêdûvik, Şêr û Gur û Mî, Dîko û Zira Kerê wê di 4. Fûara Pirtûkan a Amedê ya navbera 14-19'ê Gulanê de, li dezgeha Şaredariya Peyasê bên nîşandan û bê pere li gel werin belavkirin.