Ji KNK’ê bo Cejna Zimanê Kurdî peyam
Ji KNK’ê bo Cejna Zimanê Kurdî peyam
Ji KNK’ê bo Cejna Zimanê Kurdî peyam
Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNK’ê ji hemû gelê kurd daxwaz kir ku Cejna Zimanê Kurdî bi rengekî berfireh pîroz bikin.
Cejna Zimanê Kurdî bi biryar û daxwaza KNK’ê ji 2007’an heta niha tê pîroz kirin. Cejna Zimanê Kurdî îro bûye çandeke netewî û di van sê rojan da (14-15-16’ê) Gulanê de Cejna Zimanê Kurdî bi coş û heyecaneke mezin li seranserê Kurdistanê û qadên dîasporayê tê pîrozkirin.
KNK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku dezgehên neteweyî hersal li gor şert û derfetên xwe pîrozbahîyên Cejna Zimanê Kurdî amade dikin û wiha hat gotin: “ Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNK’ê îsal jî wekî her car dixwaze Cejna Zimanê Kurdî bi armanca "Ji bo Kurd û Kurdistanê Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî" bê pîrozkirin. Ji ber ku Kurdan bi taybetî ji bo Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê daxwaza ”statuya polîtîk” û statuya zimanê Kurdî têkoşinek mezind aye meşandin. Daxwaza me statuya zimanê Kurdî ye, statuya gelê Kurd e, statuya Kurdistanê ye. Lewma ev armanca pîrozbahîyên Cejna Zimanê Kurdî vê prosesê îfade dike.”
KNK’ê da zanîn ku dagirkirina Kurdistanê bi taybetî li sê parçeyan, li Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê didome û wiha hat gotin: “Başûr îro di nav Iraqa Federal de statuyeke federatîv qezenckiriyeû Kurdî gelek xwezayî zimanê fermî ye û hemû baskên jîyanê bi Kurdî têne jîyan. Her çend desthilata Erebî ya Bexdayê ya Iraqa Federal makeqanûna nû ya Iraqa Federal binpê dike jî zimanê kurdî zimanekî fermiye. Li Îranê, Kurdî di jîyana rojane da, di jîyana sosyal da fonksiyonel tê axiftin. Lê hêj di nav sîstemê îdarî û perwerdeyê de fermîyet wernegirtîye. Li Suriyeyê jî di fermîyetê da kêm zêde eynî rewş berdewam e. Lê li Rojava êdî gel bi serkeftinên xwe perwerdeya ziman dane runiştandin. Li Tirkîyeyê rewşa zimanê Kurdî ji Iran û Sûrîyeyê xirabtir e. Ligel ku disalên dawî de gav hatibîn avêtin jî dîsa zextên liser ziman bi awayekî sîstematîk tê meşnadin.
Rewşa negatîv ya asîmîlasyonîst li meydanên dîasporayê jî gelek dijwar berdewam e. Lê ligel hemû şert û mercan li qadan ji bo mafê ziman û perwerdehiya biz iman têkoşîneke mezin tê dayîn. Her wiha heta li her hemû parçeyên Kurdistanê zimanê kurdî nebe fermî dê têkoşîn bê dayîn. Li dîasporayê jî Kurd li her welatê ku lê dijîn, ji bo perwerdeya ziman têkoşînê didomînin.
Hêvî û daxwaza KNK’ê ew e ku Cejna Zimanê Kurdî di van sê rojan da, 14-15-16ê Gulanê de bi beşdariyeke mezin bê pîrozkirin. Her wiha dê di van her sêrojan de semîner, konferans û sempozyum bênkirin."
Planên pîrozbahîyên Cejna Zimanê Kurdî ji bo sê roja bi vî rengî hatîye amade kirin:
Ji 14ê Gulanê pê ve dê şahî û pîrozbahîya Cejna Zimanê Kurdî bête dest pê kirin, mesaj bêne dan.
Di 15’ê Gulanê de li ser zimanê Kurdî dê axaftin û aktîvîteyên cuda bêne kirin. 15’ê Gulanê roja weşana kovara Hawarêye jî[15 Gulan 1932]. Hawarê ji bo parastin û jîyandina ziman û çanda Kurdî kedeke mezin daye. Ji ber vê yêkê, ji bo bîranîna kovara Hawarê dê rola wê ya di warê parastin û jîyandina zimanê Kurdî de bê pîroz kirin.
Di 16’ê Gulanê de jî ji bo hemû şehîdên Kurdistanê, ku di serî da ji bo parastina zimanê Kurdî, netewa Kurd û Kurdistanê canê xwe yê pîroz feda kirine, di roja dawîyê ya ”Cejna Zimanê Kurdî” da, dê hemû şehîdên Kurdistanê bêne bîrînan. Bi vê armancê gelê Kurd dê bi gul û kulîlkan biçine ser av, çem û robarên Kurdistanê û wan qevdên gul û kulîlkan biavêjine nav av, çem û robarên Kurdistanê.”