Ji karsazê Başûrê Kurdistanî ji bo Kobanê û Şengalê alîkarî

Karsazê ji Başûrê Kurdistanê Hatam Rafîk ê li bajarê Arnheîm ê Hollanda dijî, ji bo Kobaniyan û Şengaliyan 2 hezar pêlav alîkarî da. Alîkariya nêzî 30 hezar Euro radestî rêveberên Navenda Civakî ya Demokratîk a Arnheîm hat kirin.

Karsazê ji Başûrê Kurdistanê Hatam Rafîk, ji bo Kobaniyan û Şengaliyan 2 hezar pêlav alîkarî da. Alîkariya ku nêzî 30 hezar Euro ye, radestî rêveberên Navenda Civakî ya Demokratîk a Arnheîm hat kirin.

Rafîk ê têkildarî alîkariya daye axivî got, “Em ê gelê xwe muxtacî ti kesî nekin. Li Ewropayê derfetên me hene. Lê belê pêwîstiya gelê me yê li Kobanê û Şengalê pir heye. Wezîfeya me ev e ku em pêwîstiyên wan bînin cih.” Rafîk got ku wê ji niha û pê ve jî piştgiriyê bike.

Rêveberên Navenda Civakî ya Demokratîk a Arnheîm jî diyar kirin ku ji bo xwedîderketina li gelê Kobanê û Şengalê wê xebateke berfireh bimeşînin, Kobanê û Şengalê wê bi hev re ava bikin.