Ji Karkerên Şaredariya Sariyer li Navenda Giştî ya CHP’ê çalakî

Karkerên Park-Baxçeyan ên Şaredariya Sariyer a Stenbolê, hewl dan Navenda Giştî ya CHP’ê dagir bikin.

Karkerên Park-Baxçeyan ên Şaredariya Sariyer a Stenbolê, hewl dan Navenda Giştî ya CHP’ê dagir bikin. Karkeran bi daxwaza meaşên wan bê zêdekirin, 750 TL pereyê sotemeniyê û di cejnan de alîkariya xurekê bin wan, li ber Navenda Giştî ya CHP’ê çalakiya rûniştinê pêk anîn û diyar kirin ku dest greva birçîbûnê kirine.

Karkerên Park-Baxçeyan ên Şaredariya Sariyer a Stenbolê, ji bo dengê wan bê bihîstin hewl dan Navenda Giştî ya CHP’ê ya li Enqereyê dagir bikin. Di nav koma ji 5 kesan de karkerê bi navê Guven Darcanli yê ji ANF’ê re axivî got, piştî hewldana dagirkirinê wezîfedarên ewlekariyê ew derb kirin û derxistine derve.

Darcanli da xuyakirin ku niha li ber Navenda Giştî ya CHP’ê çalakiya rûniştinê û greva birçîbûnê dane destpêkirin û daxwaza karkeran wiha bi rêz kir: “Ji meaşê me re ji sedî 15 zem. 750 TL alîkariya sotemeniyê û her cejn 250 TL alîkariya xurekê em dixwazin.”