Ji hunermendên Iraqî pêşangeheke watedar

Ji hunermendên Iraqî pêşangeheke watedar

Hunermendên Iraqî yên ku li Swêdê dijîn ji bo ku balê bikşînin ser şerê li Iraqê û komkujiyên ku li wir hatin jiyîn li qada Sergel a Stockholmê pêşangehek vekirin. Hunermendan li qadê firçe û boyaxê anîn cem hev resm çêkirin û tabloyên pêşî ku çêkiribûn li qada Sergelê dan pêşandan. Her wiha pêşangeh ji aliyê Komeleya Çandê a Iraqê ve hat amadekirin û nêzî 30 hunermendên Iraqî tevlî bûn.

Yek ji hunermendê Iraqî Sumîa Madî ku tevlî çalakiya pêşangehê bibû diyar kir ku, heta niha ew berhemên xwe li galeriyên çandê û li mala çandê daye pêşandan û wiha got: “Ev cara yekem e ku em pêşangeheke bi vî rengî vedikin û ez berhemên xwe li qadeke mezin derdixim pêşberî gel û ev jî min gelek kêfxweş dike.” Madî destnîşan kir ku, dema mirov dibêje Iraq, tişta ku herî sereke dikeve hişê mirovan ‘şer û mirin’ e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema qala Iraqê tê kirin di nûçeyên çapemeniyê de tiştên neyênî derdikevin û şaristaniyên dîrokî a Iraqê têne jibîr kirin.” Armanca herî sereke a pêşandanê ew e ku Iraqê tenê bi şer na bi jiyanekî û dîrokekî kevnar bidin naskirin e.

DEMOKRASIYA DAGIRKER

Şêwekarê Iraqî Şakîr Attiyah ku li Iraq, Lîbya û Swêdê 3 xelat wergirtiye, di sala 1979’an a şerê Kuwêtê de ji welatê xwe Iraqê derketiye û koçî Swêdê bûye. Attiyah destnîşan kir ku, dema Amerîka ket Iraqê û welat dagir kir, li welat rewş hêj bêtir ber bi xetereyê ve çûye, demokrasî winda bûye û binpêkirina mafên mirovan zêde bûye û wiha got: “Amerîka di dîroka xwe de tu carî demokrasî ne aniye welatekî, tenê welatan dagir kiriye. Amerîka bi navê demokrasiyê welatan dagir dike. Armanca Amerîkayê ew e ku welatan dagir bike û serweriya xwe li wir çêbike. Iraq jî ji van yek welatan e.” Attiyah herî dawî diyar kir ku, Amerîka muzeyên wan a li Iraqê şelandiye û berhemên dîrokî ên li welat biriye welatê xwe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Amerîkaya ku dîrok û çanda hezar salan ya gelekî bişelîne re ka em çawa baweriya xwe pê bînin.”