Ji heyeta Rojava li Îtalyayê pêngava dîplomasiyê
Heyeteke ku ji Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Hevserokê Kantona Kobanê Enver Muslim, Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullah pêk tê wê li Îtalyayê di asta hikûmeta Îtalya de wê hevdîtinan pêk bîne.
Heyeteke ku ji Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Hevserokê Kantona Kobanê Enver Muslim, Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullah pêk tê wê li Îtalyayê di asta hikûmeta Îtalya de wê hevdîtinan pêk bîne.
Heyeteke ku ji Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Hevserokê Kantona Kobanê Enver Muslim, Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullah pêk tê wê li Îtalyayê di asta hikûmeta Îtalya de wê hevdîtinan pêk bîne. Heyeta wê hevdîtina xwe ya yekemîn bi Serokê Parlamentoya Îtalya re pêk bîne, bi şaredarên Mîlano û Palermo re jî hevdîtinên fermî pêk bînin. Wê heyet bi rêxistinên civaka sîvîl yên cur bi cur, sendîka û saziyan re hevdîtinan pêk bîne, behsa pergala Xwesreiya Demokratîk bikin. Rojeva esasî ya hevdîtinan jî wê ji nû ve avakirina Kobanê be. Hevseroka TEV DEM’ê Sînem Muhammed jî di rojên pêşiya me de wê tevlî delegasyonê bibe.
Ji bo armanca hatina heyetê û bernameya wê ji raya giştî re bê ragihandin, îro li Parlamentoya Îtalya daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullah bi cil û bergên xwe yên leşkerî tevlî civîna çapemeniyê bû.
PARLAMENTERÊ ÎTALYAN: EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN PERGALA ROJAVA
Di civîna ku saet 11.30’ê destpê kir ewil parlamenter Erasmo Palazzotto axivî. Palazzota bal kişand ku li Rojava Kurdan bi îradeya xwe pergaleke azadîxwaziya cins û ekolojîk ava kirine û behsa têkoşîna ji bo rewabûna vê pergalê kir. Palazzotto anî ziman ku piştgiriyê didin vê pergalê û ji vê nîşan bidin bi awayekî fermî delegasyona Rojava dawet kirine.
Curzîo Maltese de jî got ku ji bo vê pergala Rojava ya pêkhateyeke ku tevayî mirovatiyê û medeniyetê diparêze li ser lingan bimîne ji bo Parlamentoya Ewropa piştgiriya pêwîst bide wê bixebitin.
SALIH MUSLIM: ARMANCA ME EWLEHIYA ROJAVA Û DEMOKRATÎKBÛNA SÛRIYEYÊ YE
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ê li ser navê delegasyonê axaftina yekemîn kir der barê kar û xebatên kantonên Rojava û sazîbûna wan de agahî dan. Muslim li hember kesên ku dibêjin PYD ji DAIŞ’ê hê tehlûketir e wiha got: “Armanca me destpêkê ewlekariya herêmên otonom û avakirina pêkhateyeke demokratîk a Sûriyeyê ye.”
ENWER MUSLIM: ZÊDETIRÎ 330 HEZAR LI BENDÊ NE VEGERIN KOBANÊ NE
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim jî, di destpêka axaftina xwe ji bo piştgiriya wan a ji Kobanê re rêxistinên civaka sîvîl, partî û raya giştî ya Îtalyan spas kir. Muslim di dewama axaftina xwe de got ku heta niha 125 hezar vegeriyane bajêr û 330 hezar li benda vegerê ne.
FERMANDARA YPJ: EM TENÊ RÊXISTINEKE LEŞKERÎ NE
Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullah a bi cil û bergên xwe yên leşkerî yên fermî tevlî civîna çapemeniyê bû got, YPJ di serî de rêxistineke xweparastinê ye. Abdullah diyar kir ku li hember DAIŞ’a jinê wek djminê herî mezin dibîne rêxistinbûneke wiha mecbûrî bû. Abdullah got YPJ tenê wek rêxistinbûneke leşkerî dîtin kêm e divê aliyên şoreşa Rojava yên civakî, çandî û azadîxwaziya jnê bên dîtin.
Wê bernameya delegasyona Rojava îro bi hevdîtina Serokê Komê ya SEL ( Sinistra Ecologia Liberta) Nichi Vendola ve dewam bike. Wê heyet her wiha bi Şaredariya Roma ya bi Kobanê re biraşaredarî ye hevdîtinê pêk bîne.