Ji DÎDF'ê festîval

DÎDF'ê roja Şemiyê li Rîeverpark a bajarê Elmanya Dortmûndê festîval organîze kir.

DÎDF'ê roja Şemiyê li Rîeverpark a bajarê Elmanya Dortmûndê festîval organîze kir.

Federasyona Komeleyên Karker a Demokratîk (DÎDF) ku du salan carekê çalakiyeke navendî ya ji bo tevahiya Elmanyayê lidar dixe, 35. salvegera damezrandina xwe bi festîvaleke li dijî nîjadperestî û şer, pîroz kir. Ji bajarên cuda yên Elmanyayê bi qasî 7 hezar karker, kedkar û ciwan beşdarî festîvala li Revîerparkê ya li bajarê Dortmûndê bûn. Di festîvalê de li dijî nîjadperestî, şer û bê edaletiya civakî banga têkoşînê hat kirin.

Seroka Giştî ya DÎDF'ê Zeynep Sefariye Ekşî di axaftina xwe de 35 salên têkoşîna xwe ya li hemberî şer, astengiyên civakî û nîjadperestiyê vegot û destnîşan kir ku ew ê ji niha û pê ve jî rê nedin nîjadperestiyê.

Ekşî diyar kir ku wan di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de mîna li Tirkiyeyê li Ewropayê jî rê li ber coş û kelecaneke mezin vekirine û anî ziman ku ji bo destekkirina HDP'ê wan li Elmanyayê xebateke berfireh meşandine. Ekşî got, "Ji niha û pê ve jî ji bo pêşveçûna hêzên ked û dmeokrasiyê, ji bo destxistina serketinên nû em ê bi berpirsyariyên xwe rabin.

Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Levent Tuzel di axaftina xwe ya li festîvalê de, ji ber xebatên hilbijartinê yên li Ewropayê spasiyên xwe pêşkêşî DÎDF û rêxistinên girseyî yên demokratîk kir.

Alîkara Serokê Koma Parlamenta Federal a Partiya Çep Sahra Wagenknecht jî anî ziman ku ji ber cara duyemîn e tevlî çalakiya navendî ya DÎDF'ê dibe ew serbilind e û li dijî nîjadperestî, şer û polîtîkayên neolîberal bang li kedkarên koçber û xwecihî kir, ku hêza xwe bikin yek. Wagenknecht axaftina xwe bi zimanê Kurdî û Tirkî bi qîrîna dirûşmeya "Bijî Biratiya Gelan" bi dawî kir.

BERNAMEYA DEWLEMEND A ÇANDÎ

Festîval tevî qisekeran, xwedî bernameyeke dewlemend a çandê bû. Jinên li komeleyên Bochûm, Koln, Frankfûrt û Hambûrgê xebata koroyê dimeşînin, di encama xebateke hevpar a bi mehan de li festîvalê civiyan. Di festîvalê de zêdeyî 60 jinên ji bajarên cuda hatin stran gotin, Ji herêma Krefeldê jî koma govendê ya jinan hunera xwe pêşkêş kir.

Xwişkên hev Yasemen-Denîz Îlhan bi stranên ji ziman û erdnîgariyên cuda, Rapvan ê ji Japonya Blûmîo derketin ser dikê û bi hunera xwe re bala beşdaran kişandin. Ji Mannheîmê jî Berd Kohler û koma wî, sirûdên karkeren Elman gotin. Ji Tirkiyeyê jî Erdal Bayrakoglû, Hakan Vreskala û Kardeş Turkuler bi hunera xwe re reng dan beşdaran. Bi hezaran beşdarên festîvalê li ber van stranan govend gerandin.

Li qada festîvalê her wiha pêşangehên wêne û pirtûkan hatin vekirin û rastî eleqeyeke mezin hatin.