Ji bo zimanê dayikê li Bazîdê meş li Qoserê dezgeh

Ji bo zimanê dayikê li Bazîdê meş li Qoserê dezgeh

Bi daxwaza perwerdeya zimanê dayikê û rakirina "Andimiz-Sonda me", bi pêşengiya KURDÎ-DER û BDP'ê li gelek bajaran meş û kampanya îmzeyan tên lidarxistin.

Li navçeya Agirî Bazidê, rêxistina BDP'ê ya navçeyê bi daxwaza perwerdeya zimanê dayikê û rakirina "Andimiz-Sonda me" ji ber avahiya BDP'ê ya navçeyê heta avahiya Muduriyeta Perwerdeyê ya Milî ya Navçeyê meşek lidar xist. Piştî meşê, daxwaznameyên hatin berhevkirin radestî Muduriyeta Perwerdeya Milî ya Navçeyê hatin kirin.

LI QOSERÊ DEZGEHA BERHEVKIRINA ÎMZEYAN

KURDÎ-DER'ê li navçeya Mêrdîn Qoserê jî ji bo perwerdeya zimanê dayikê 50 hezar îmze kom bike, kampanya da destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de li Qada Azadiyê dezgeha berhevkirina îmzeyan hat danîn. Heta niha li dezgehê 2 heza îmze hatine berhevkirin. Rayedaran dan xuyakirin ku berhevkirina îmzeyan dê heta roja Sêşemê dewam bike.

Serokê KURDÎ-DER Şaxê Qoserê Halîl Kûzû li dezgeha îmzeyan daxuyanî da û diyar kir ku ew dixwazin 50 hezar îmzeyan berhev bikin. Kûzû destnîşan kir ku ewê îmzeyên berhev kirine pêşkêşî Wezareta Perwerdeya Milî bikin.