Ji bo zimanê dayikê dê daxwazname bên komkirin
Ji bo zimanê dayikê dê daxwazname bên komkirin
Ji bo zimanê dayikê dê daxwazname bên komkirin
Bi pêşengiya KURDÎ-DER û Egîtîm-Sen'ê ya Amedê de bi daxwaza "Perwerdeya zimanê dayikê" dê li 4 nuqteyên cuda daxwazname bên komkirin.
KURDÎ-DER û Egîtîm-Sen'ê ya Amedê bi daxwaza "Perwerdeya zimanê dayikê" dê li 4 nuqteyên cuda daxwazname kom bikin. Starta ku di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de hat dayîn, didome.
Têkildarî kampanyayê Şaxa Egîtîm Senê li avahiya komeleyê daxuyanî da çapemeniyê. Di civînê de rêveberên KURDÎ-DER û Egîtîm Senê bi kurdî Laleş Biçimli, daxuyanî da çapemeniyê. Biçîmlî, anî ziman ku dê li 4 nuqteyên cuda startên kampanya îmzeyan vekin û xwest her kes li zimanê xwe xwedî derkevin. Startên kampanyayê dê li qadên Tesisler, Ofis û Dagkapi yên Amedê bên vekirin. Kampanya dê piştî 4 rojan îmzeyên bên komkirin dê radestî Midûriyeta Perwerdehiyê ya Amedê bên kirin.