Ji bo zarokên Kobaniyî pîknîk

Ji bo zarokên Kobaniyî yên neçar man koçî Amedê bikin, pîknîk hat lidarxistin.

Ji bo zarokên Kobaniyî yên neçar man koçî Amedê bikin, pîknîk hat lidarxistin. 

Midûriyeta Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Peyasê, ji bo zarokên Kobaniyî yên li Navenda Amedsporê ya li Şaredariya Peyasê dimînin, li Parka Newrozê pîknîk organîze kir.

ZAROK TEVLÎ PÊŞBIRKAN BÛN

Li pîknîkê pêşbirkên stran, tiştanokên bi Kurdî û pêşbaziyên sporê hatin lidarxistin. Hevşaredarên Peyasê Mehmet Alî Aydin, Fatma Arşîmet û Alîkara Hevşaredaran Nesrîn Kesîn jî li qada pîknîkê bi zarokan re bûn.

200 malbatên Kobaniyî yên li Kompleksa Amedsporê mêvanê Şaredariyê ne û hemû pêwîstiyên wan ji aliyê şaredariyê ve tên tedarikkirin.