Ji bo xebatkarên Şaredariya Surê rojeke seyranê

Bi munasebeta derbasbûna salekê di ser xebatên şaredariya Surê ya Amedê re, xebatkarên şaredariya Surê û endamên meclîsên taxan tevî malbatên xwe derketin seyranê.

Bi munasebeta derbasbûna salekê di ser xebatên şaredariya Surê ya Amedê re, xebatkarên şaredariya Surê û endamên meclîsên taxan tevî malbatên xwe derketin seyranê. Di nava beşdaran de hevşaredarên Surê Seyid Narîn û Fatma Şik Barut, endamên meclîsa şaredariyê û hevserokê navçeya Surê ya BDP’ê Ali Riza Çiçeklî hebû û her wiha Koma Mûzîkê ya navenda çand û Hunerê ya Dicle Firatê û hunermend Axîn bi stranên xwe beşdarî vê şahiyê bûn. 

Hevşaredarê Surê Seyid Narîn ji xebatkar û beşdarên seyranê re axiftinek kir. Di axaftinê de Narîn piştî xêrhatina beşdaran li ser armanca vê çalakiyê rawestiya û wiha got: “Hevalno têkliya me ya bi hevre ne têkliya kar û xebatê tenê ye, ji ber em tev malbatekin û me xwest ku em bi vê malbata xwe ya mezin re rojeke xweş di nava xwezaya heşîn de derbas bikin.”

Narîn bibîrxist ku ji bilî xebatkarên şaredariyê û malbatên wan gelek hevalên komisyonên taxên ên ku xebatên hilbijartinan jî dimeşînin hene û ji ber xebatên hilbijartinan ew gelekî diwestin û kedeke mezin didin. Me xwest em bi hevre vê rojê wekî bêhnvedanekê derbas bikin da ku em kar û xebatên xwe ji ber xurtir jî berdewam bikin.”

Narîn ji hevalên ku xebatên hilbijartinan dimeşîn re got divê em tev ji hev re bibin alîkar da ku dengê HDP’ê li navçeya Surê ji her deverê din bilintir derkeve. 

Hevşaredar Fatma Şik Barut jî ji aliyekî alîkarî dida hevalên ku xwarin amade kirin ji aliyekî din ve yek bi yek li malbatên xebatkaran digeriya û bi wan re sohbet dikir. 

Cihê kêfxweşiya herî xweş jî zarok bûn. Rojek be jî zarokan di nava xwezaya heşîn de di nava hewaya paqij a xwezayê de rojek xwe bi lîstikê derbas kirin. Bi rastî jî hema bêje hemû malbat wekî yek malbatekê tevdigeriyan û her tiştên xwe bi hevre parvedikirin. 

Piştî bernameya Mûzîkê û xwarina nîvroyê heta seatên ber êvarê vê geşt û seyranê berdewam di hembêza xwezaya heşîn de bi kêf û xweşî berdewam kir.

...