Ji bo Sûltan Manîş taziye
Ji bo Sûltan Manîş a dayika yekemîn şehîda jin a Tevgera Azadiya Kurdistan Besey Anûş ku 6’ê Nîsana 2015’an çû ser dilovaniya xwe, li Mala Gel a Elbîstaniyan a li Parîsê taziye hatin qebûlkirin.
Ji bo Sûltan Manîş a dayika yekemîn şehîda jin a Tevgera Azadiya Kurdistan Besey Anûş ku 6’ê Nîsana 2015’an çû ser dilovaniya xwe, li Mala Gel a Elbîstaniyan a li Parîsê taziye hatin qebûlkirin.
Sûltan Manîş a dayika yekemîn şehîda jin a Tevgera Azadiya Kurdistanê Besey Anûş 6’ê Nîsana 2015’an çû ser dilovaniya xwe.
Sûltan Manîş a wek Xaltîka Sûltan a herêma Bazarcix tê zanîn, di 65 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Sûltan Manîş a li Goristana Halîl Axa ya li Bazarcixê li rex Besey Anûş hat defnkirin, li Mala Gel a Bazrcix-Elbîstaniyan a li Parîsê ji bo Sûltan Manîş taziye hatin qebûlkirin.
Malbat û hezkiriyên Sûltan Manîş ên li Mala Gel a Bazarcix-Elbîstan a Parîsê hatin gel hev. Piştî dûaya helaliyê, luqme hatin belavkirin.