Ji bo şanogerê çiyayan heval Daxistan

Ji bo şanogerê çiyayan heval Daxistan

Li dika dilê te lêdide rengê evîna hunera çiya, di her dîmenekî de, di her vekirina perdeya şano de dibî heqîqeta jiyana li ser axa welat. Li ser şopa Yektayan, Hêviyan, Rêzanan û Zerdeştan te sond xwar û herikî ber bi rêwîtiya xwe ya dawî. Li her çiyayekî Kurdistanê tu bûyî lîstikvanekî dilê gerîlla û ew çiyayên bedew û berxwedêr te kir dika şano heval.

Tu di nav de bûyî şanogerek newa, bi xemla te bû hunera çiya, Kurdistan. Te di nav lîstika xwe de lîstika gelekî dilîst. Carinan dibûyî Gurî û te qîr dikir û digot: “Werin, werin û bibînin ku nirxên mirovahiyê çawa tê firotin!” Carinan tu dibû evîna gul û masî û te parçe dikir seqemên ku di mejiyan de hatine avakirin û te digot: “Belê, di evîna gul û masî de, masî li bejahiyê û gul jî li deryayê wê karibin bijîn.” Сarinan te qîrdik û qeşmer bi me dida nasîn, di rastiya wan de jî lêgerîna dilê mirovan ku çawa diherike. Te li dika şano jiyan dixwend û li jiyanê bi hezkirina şanogertiyê tevdigeriyayî.

EM DENGÊ ÇÎROKA TE DIBIHÎZIN

Gelek caran dema ku me li te temaşe dikir, xemgîniyekê xwe li dilê me dipêçand, em di nav dem û dewranan de digeriyan, carinan jî çavên me tijî hêstir dibûn ji kena û em bi te re diçûn wan çîrokên bav û kalan. Me dixwest wê gavê em xwe biavêjin dikê û te bi ruhekî germ hembêz bikin,  ji ber ku te em hemû bi pakbûna zozanên dilê xwe, bi hezkirina rêhevaltiya pîroz hembêz kiribû, bi yek nihêrandinê  te ev hezkirin di hundirê me de dida çandin.

Belê, lawê zozanên asê, tu rewîyekî koçer î her li van çiyayan. Tu ew zarokê pak î li ser sînga dayikan, ew dilê te yê tenik hîn lorîkên ezîz guhdar dike û xeyalên te bi rengê hêviyên azadiyê baskên xwe vekirine ber bi ezmanên şîn ve difirin. Tu dûr neçûyî heval, her kêliya jiyanê ligel me yî, bi barandina baranê diherikî nav giyanê me. Na, heval ev ne hêstirên çavên ezmanan e ku dibare li ser axa terikî, ev evîna te ya şîn dike hemû deşt û çiyayên me. Di herikandina her avekê de em dengê çîroka te dibihîzin, ji her kevir û zinarekî bêhna te belav dike bayê hemû demsalan. Gav bi gav em te dibînin, ji ber ku tu hîn li van çiyayan î, weke her dem bi rûkeniya xwe, bi ruhê xwe yê kedkar, bi xuliqkariya xwe û bi hezkirina xwe ya xwezayê, tu li ser singa welatê xwe yî. Va ye tu dîsa amadekarıya derketina dikê dikî, beriya ku tu derkevî  em dengê te dibihîzin.

BILA VÊ CARÊ EV LÎSTIK BI DAWÎ NEBE

Gelo, vê carê tu li dika çiyê çîroka kê bilîzî ji me re, kî dizane dibe ku vê carê jî tê çîroka xwe bilîzî, û tê yek bi yek li nav çavên me temaşe bikî, bi bêdengiyeke kûr tê bibêjî: “Bi xatirê we, hevalno!”. Bila vê carê ev lîstik bi dawî nebe, heval, em dîsa di payîza emrê xwe de di berbangeke hestyar de li derdora agirekî geş rûnên û stranên xwe bistirên, behsa bîranînên hevalan bikin, ew bîranînên ku wek şaxên jiyanê xwe berdidin axê û dibin dîroka gelekî. Tu bisekine, heval, bila vê carê lîstik bi dawî nebe, bila vê carê xewneke dirêj be jiyan. Bi dengê te yê zîz em çavên xwe vekin li rojbaşê, bimeşin li lutkeyên zinaran, bi kenê te yê coş û evîndarî bixemilînin warên rengîn. Ne şopên te, tu bi xwe bi me re be, heval, bila dîtina te nebe xeyal. Erê, heval, bila vê carê ev lîstik bi dawî nebe.