Ji bo Reece Hardîng li Melbourne merasîma bi heybet
Ji bo Reece Hardîng (Bagok) ê dema li Rojava di nav refên YPG’ê de li hember çeteyên DAIŞ’ê şer dikir jiyana xwe ji dest li Melbourne merasîmeke cenaze hat lidarxistin.
Ji bo Reece Hardîng (Bagok) ê dema li Rojava di nav refên YPG’ê de li hember çeteyên DAIŞ’ê şer dikir jiyana xwe ji dest li Melbourne merasîmeke cenaze hat lidarxistin.
Merasîma cenaze ya ji çar aliyên welêt welatparêzên Kurd û Awûstralyayî têde amade bûn, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê pêk hat. Merasîm saet 14.00’an dema cenazeyê Hardîng anîn navendê destpê kir. Malbata Hardîng jî di merasîmê de amade bû.
Cenazeyê bi dirûşm û tiliyan hat pêşwazîkirin, piştî xwendina sirûda Çerxa Şoreşê li salona navendê merasîmek hat lidarxistin.
Di merasîma bi sirûdên neteweyî yên Awûstralya û Kurd destpê kir, axaftina yekemîn li ser navê NAV-KURD ji aliyê Fatoş Yilmaz ve hat kirin. Yilmaz a malbata Hardîng silav kir diyar kir ku kesên wek Reece Hardîng ên li hember qetilkirin û destdirêjiya li hember mirovan bêdeng neman û çûn Kurdistanê heviyek in.
Piştî Yilmaz li ser navê Komeleya Kurd a Sydney-Awûstralya Brûsk Aeîverî jî diyar kir ku Aveîverî ji bo gelê Kurd çavkaniya serbilindiyê ye.
Dayika Reece Hardîng Michelle Hardîng a cil û bergên Kurdî li xwe kiribû jî di nav rondikan de axivî. Dayik Hardîng ji bo piştgiriya gelê Kurd daye wan spas kir. Hardîng axaftina xwe bi gotina Kurdî ya, “Bijî Kurdistan-ji Kurdistanê hez dikim” bi dawî kir. Piştî axaftina Dayik Harîng kesên tevlî merasîmê bûn bi deqeyan dirûşma, “Şehîd namirin” gotin.
Cenaze paşê ji navendê hat wergirtin û hat oxirkirin. Di dema oxirkirinê de beşdaran kevok firandin.
Ji bo Hardîng wê li eyaleta Queensland a malbata wî lê dijî wê merasîma malbatî bê lidarxistin. Wê cenaze li wir bispêrin axê.
Li gel merasîma cenaze di yekemîn nûçeya televîzyon û rojnameyên Awûstralyayî de hat dayîn.