Ji bo pêdiviya goşt herî kêm 800 milyon dar hatin birîn

Li Brezîlyayê ji bo pêdiviya goşt, qadên çewlikê û tesîsên hilberîna êm hatine vekirin. Ji ber vê li Amazonê herî kêm 800 milyon dar hatine birîn.

Li gorî lêkolîna Buroya Rojnamevaniya Lêkolîner (TBIJ), Gûardîan, Reporte Brasil û Forbîdden Storîesê li nêzî tesîsên goşt qadeke bi qasî 1,7 milyon hektar (4,2 milyon donim) hatine qirkirin.

Di navbera salên 2019-2022’an de li Brezîlyayê qirkirina daristanan zêde bûbû û sedema yekemîn a vî tiştî jî ji ber xwedîkirina dewaran e.

Lêkolînerên şîrketa şêwirmendiyê ya AîdEnvîronmentê li gorî dîmenên ji feykê, qeydên tevgerîna heywanan û daneyên din diyar kirin ku li hezaran çewlikên nêzî 20 selexaneyan, di navbera salên 2017-2022’an de daristan hatine qirkirin. Di lêkolînê de hate tespîtkirin ku herî kêm 800 milyon dar hatine birîn.

Şîrketa goşt a Elmanyayê Tonnîes jî mişteriyê van şîrketan e yên ku dar birîne.