Ji bo Îvana Hoffmann wê merasîma girseyî pêk bê
Şervana MLKP’î Îvana Hoffmann a li Kantona Cizîrê ya Rojava di operasyona li dijî DAIŞ’ê 7’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da, îro li bajarê Duîsburg a Elmanyayê wê bi merasîma girseyî bê definkirin.
Şervana MLKP’î Îvana Hoffmann a li Kantona Cizîrê ya Rojava di operasyona li dijî DAIŞ’ê 7’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da, îro li bajarê Duîsburg a Elmanyayê wê bi merasîma girseyî bê definkirin.
Şervana MLKP’î Îvana Hoffmann a li Kantona Cizîrê ya Rojava di operasyona li dijî DAIŞ’êi 7’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da, îro li bajarê Duîsburg a Elmanyayê wê bi merasîma girseyî bê definkirin.
Şervana MLKP’î Ivana Hoffmann (Avaşîn Tekoşîn Guneş) a li Kantona Cizîrê di operasyoneke li dijî DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest da îro li bajarê ku hatiye dinê Duîsburgê wê bi girseyî bê definkirin. Merasîma cenazeyê ya ji aliyê SKB, Jinên Nû û TJK-E ve hatiye organîzekirin saet 13.00’an li Taxa Hamborn a Duîsburgê li Amtsgerîcht wê destpê bike. Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Hevserokê PYD’ê Salîh Muslim jî di nav de gelek rêxistinên girseya demokratîk û çepgir ên Elman û Tirkiyeyê wê tevlî bibin.
Nûnera SKB’ê Esra Demîr der barê merasîmê de agahî da ANF’ê û got: “Em îro Îvana Hoffmann ber bi bêdawîbûnê bi rê dikin. Em bang li hemû kesî dikin ku tevlî merasîmê bibin.”
Îvana Hoffmann wê li goristana ku leşkerên Artêşa Sor ên li dijî Naziyan di Duyemîn Şerê Cîhanê de şer kirin bê definkirin.