Ji bo helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes bîranîna bi heybet
Ji bo helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes bîranîna bi heybet
Ji bo helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes bîranîna bi heybet
Helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes ku ji ber kanserê roja 4'ê Tebaxê çavên xwe li jiyanê girt, li paytexta Swêd Stockholmê bi merasîmeke bi heybet hat bîranîn. Bîranîna ji aliyê Nûneriya Swêdê ya Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) ve hat organîzekirin, veguherî platformeke hemû partiyên siyasî, rewşenbîr û gelê ji her çar parçeyên Kurdistanê.
Bêkes, ji bo xelata Kurt Tucholsky ya PEN a Swêdê jê re hêja dît werbigire, di sala 1987'an de hat Swêdê û li Stockholmê bicih bû. Piştî Rêveberiya Xweser a Kurd ava bû, di sala 1992'an de vegeriya Başûrê Kurdistanê û 1,5 sal wezîfeya Wezareta Çandê meşand.
Rojnamevan-nivîskar Kurdo Baksî ku di merasîma bîranînê de pêşkêşî dikir, di axaftina xwe de Bêkes weke helbestvanê herî mezin ê Kurdan bi nav kir û diyar kir ku Bêkes helbesta xwe ya yekemîn di 17 saliya xwe de nivîsandiye û di sawiya salên 1960 de jî pirtûka wî ya yekemîn hatiye weşandin.
JI EZMANAN STÊRKEK DIN KÊM BÛ
Baksî da xuyakirin ku ji ber xebatên serketî yên li qada wêjeyê, Sedam Huseyîn xwestiye xelatê bide Bêkes lê belê bêkes ji bo vê xelatê wernegire Iraq terikandiye û vê carê ji destê Ingvar Carlsson xelata Tucholsky ya PEN a Swêdê girtiye. Baksî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku bi mirina Bêkes re êdî ezman mîna berê nîne, stêrkeke mezin jê kêm bûye.
Nivîskarê Kurd Omar Şêxmûs ê zêdeyî 50 sal in li Swêdê dijî û heval herî nêz ê Bêkes e, Bêkes weke helbestvanê herî mezin ê serdema heyî bi nav kir û diyar kir ku Bêkes pêşengê afirandina helbesta modern a KUrd e û li her çar parçeyên Kurdistanê jê tê hezkirin. Şêxmûs da xuyakirin ku ji ber xebatên wî yên ji bo wêjeya Kurdî ew bi Bêkes re serbilind in û anî ziman ku wî di temenê xwe yê biçûk de navê Helbestvan Faîk Bêkes bihîstiye û piştî bi salan wî derfet dîtiye bibe hevalê nêz ê kurê wî. Şêxmûs weha peyivî:
"Di dawiya salên 1960 de dema Bêkes dîwana xwe ya destpêkê ji min re şand, min xwend û gelekî eciband. Hingî min ew bi şexsî nas nedikir. Mehmed Ûzûn endamê Desteya Rêveber a Klûba PEN a Swêdê bû. Pêşniyar kir ku Xelata Tucholsky ji Nivîskarekî Kurd re bê dayîn. Min jî piştgirî da wî. Mirovê destpêkê di bîra min de bû Bêkes bû. Lê me navê nêzî 10 nivîskarên Kurd pêşniyarî Klûba PEN'ê kirin. PEN'ê biryar da ku xelat ji Bêkes re bê dayîn."
BÊKES HELBESTVANEKÎ ENTERNASYONALÎST Û HUMANÎST BÛ
Şêxmûs ragihand ku têkiliya wan bi malbatî bi Bêkesan re heye û diyar kir ku bi malbata Bêkes re ew tevlî festîval, şahî û çalakiyên li Swêdê bûne û pirtûka Bêkes a destpêkê jî li gel hevsera xwe, wan wergerandine Swêdî. Şêxmûs ragihand ku Bêkes helbestvan û wêjevanekî xwedî asoyekî mezin bû û anî ziman ku Bêkes ne tenê der heqê gelê Kurd de li ser xweza, heywan, dîrok, eşq gelek helbest nivîsandiye û bal kişand ser taybetmendiyên Bêkes ên enternasyonalîst.
Şêxmûs destnîşan kir ku Bêkes li dijî rêveberiya Efrîka ya Nijadperest reşik, li dijî zilma Îsraîlê Fîlîstî, li dijî emperyalîzmê têkoşîna gelên Emerîka Latînî destek kiriye û ew enternasyonalîst û humanîstek bûye.
Şêxmûs bibîr xist ku di sala 1992'an de piştî ku bû Wezîrê Çandê yê Başûrê Kurdistanê li hemberî binpêkirinên mafên mirovan û astengkirina azadiyan derket û li dijî van îstifa kir. Şêxmûs got, "Ez bi wî serbilind bûm. Min ji xwe re got; bila ew mirovên ji bo berjewendiyên xwe rastiyan nabînin, ji xwe fedî bikin. Her kesî hurmet nîşanî helwesta wî da."
Şêxmûs ragihand ku Bêkes bîranînê xwe bi dest xwe nivîsiye û ev bîranînên wî yên bi hezaran rûpelan dane wî û ewê jî wan radestî malbata Bêkes bike.
PÊŞENGÊ WÊJEYA KURD A NÛ BÛ
Nivîskarê Kurd Çavan Şêx jî da xuyakirin ku gelekî zehmet li ser asta helbestên Bêkes helbest bên nivîsandin û diyar kir ku dema ew li Zanîngeha Tehranê xwendekar bû helbestvanekî Kurd ê bi navê Goran jiyana xwe ji dest dabû, hingî Wî digot gelo kiyê şûna Goran dagire û dema li hevpeyvîn û helbestên Bêkes ên li radyoya Dengê Kurdistanê guhdarî dikir bihiştiye wê baweriyê ku valahiya Goran wê Bêkes dagire. Şêx ragihand ku Bêkes, Goran û bavê xwe Faîk Bêkes ji xwe re mînak girtiye.
SeroKê Konseya Çandê ya Swêd-Iraq Dr. Esad El Reşîd jî da xuyakirin ku Bêkes di hemû helbestên xwe de gotinan bi taybetî û berpirsyarî hilbijartiye, di jiyana xwe de xwedî pîvanên mezin e, lewma kariye ji wezîfeya Wezareta Çandê îstifa bike. El Reşîd ragihand ku Bêkes pêşengê wêjeya Kurd a nû ye, li qada navnetewî di nava cîhana wêjeyê de rewşenbîrên Kurd bi awayekî herî baş temsîl kiriye.
Di merasîma bîranînê de nivîskar û helbestvanên Kurd helbestên Bêkes ên Kurdî û Swêdî xwendin û hunermendên Kurd jî stranên Bêkes jê hez dikirin, gotin.
Nûnerê Swêdê yê Yekitî Niştimanî Kurdistan Şoreş Kadir anî ziman ku ew ji eleqe û xwedîderketina gelê Kurd li helbestvanê xwe yê mezin, gelekî serbilind û kêfxweş in.
Kadir ragihand ku merasîma bîranînê li gorî wasiyeta Bêkes hatiye organîzekirin û cenazeyê wî, wê ji aliyê du Wezîrên ji Kurdistanê were ve, li gel malbata wî roja Yekşemê bişînin Silêmaniyê.