Ji bo girtiyê nexweş Huseyin Aslan azadî hat xwestin
Parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan xwestin girtiyê nexweş Huseyin Aslan ê ji ber şertên girtîgehê her diçe rewşa wî giran dibe, serbest bê berdan.
Parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan xwestin girtiyê nexweş Huseyin Aslan ê ji ber şertên girtîgehê her diçe rewşa wî giran dibe, serbest bê berdan.
Parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan xwestin girtiyê nexweş Huseyin Aslan ê ku ji ber şertên girtîgehê her diçe rewşa wî giran dibe û ligel raporên nikare di girtîgehê de bimîne hene Saziya Tiba Edlî vê yekê li ber çavan nagire serbest bê berdan.
Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê çalakiya xwe "rûniştina F" a 170'emîn li ber Lîseya Galatasarayê li dar xistin û xwestin ku girtiyên nexweş serbest bên berdan. Di çalakiyê de pankartên têkildarî mijarê de hatin vekirin û dirûşmên "Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn" û "Bila Huseyîn Aslan serbest bê berdan" hatin berzkirin. Di çalakiyê de rewşa girtiyê nexweş Huseyin Aslan hate vegotin.
Endama Komîsyonê Meryem Goktepe daxuyanî xwend û diyar kir ku Aslan di sala 1999'an de teşhîsa nexweşiya psîkolojîk pêk hat û di sala 2010'an li Nexweşxaneya Dewletê ya Licê hat gotin li hemberî dermankirinê ber xwe dide û rapora li qada girtî bê girtin bi guman e.
Goktepe anî ziman ku ligle rewşa Aslan tê zanîn û raporên pêşkêşî dadgehê hatin kirin li ser îfadeyên îtîrafkarekî 30 sal ceza jê re hat dayîn. Goktepe Aslan 5 salin li Girtîgeha Tîpa E ya Meletî tê girtin û her diçe rewşa wî nebaş dibe. Goktepe xwest ku demildest Aslan serbest bê berdan.