Ji bo gerîlaya PKK’ê merasîma bîranînê

Li bajarê Bensaîm ê Elmanyayê ji bo gerîlaya PKK’ê Necmiye Gunerî merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Li bajarê Bensaîm ê Elmanyayê ji bo gerîlaya PKK’ê Necmiye Gunerî merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Ji bo Necmiye Gunerî (Saadet) a Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re a PKK’ê bi 27 gerîlayên jiyana xwe ji dest dabûn re nasnameya wê aşkera kir, li salona şaredariyê ya bajarê Bensaîm taziye hat danîn. Piştî taziyeya du rojan merasîmeke bîranînê ya nêzî 300 kes beşdar bûn pêk hat.

'EM Ê MÎRASA WAN BIGIHÎNIN SERKETINÊ'

Birayê Gunerî Şerîf Gunerî yê di bîranînê de axivî got: "Saadet şehîda tevayî Kurdistanê ye. Wezîfeya me ev e ku em li mîrasa wan a dîrokî derkevin. Em ê şopdarê wan bin."

Berdevkê Saziya Malbatên Şehîdan a Seha Başûr Lokman Arslan jî got: “Erka me ev e ku em vê têkoşîna bi rûmet a ji me re hiştine bigihînin serketinê.”

Piştî axaftinan li ser navê CÎK’ê Mele Marûf Sancakli mewlûd xwend.

Medîne Gunerî ya dayika Necmiye Gunerî dahata du rojan a taziyeyê da Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bensaîm. 

...