Ji bo E.Ç û S.A ên rastî destdirêjiyê hatin çalakî

Destdirêjiya li hember E.Ç (14) a li navçeya Qoser a Mêrdînê û S.A ya li navçeya Dep a Elezîzê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin.

Destdirêjiya li hember E.Ç (14) a li navçeya Qoser a Mêrdînê û S.A ya li navçeya Dep a Elezîzê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin.

Di pêşengiya Koma Jinên Azad (KJA) de bi sedan kesên di nav wan de namzetê Mêrdînê ya HDP’ê Nurullah Gorhan, hevserokên navçeyê yên DBP û HDP’ê, Hevşaredarên Qoserê, nûnerên saziyên civaka sîvîl jî hebûn li Qada Azadiyê kom bûn.

Girseya li ber avahiya DBP’ê ya navçeyê kom bû pankarta, “Em rê nadin tacîz, tecawiz, fihûş û îstîsmara li hember zarokan” vekir, bi dirûşmên, “Destên dirêjî jinan bibin bila bişkin”, “Jin jiyan azadî”, “Qoser li ciwanên xwe xwedî derkeve” ber bi Qada Azadiyê ve meşiya.

Hevseroka Rêxistina DBP’ê Nadya Kaya li ser navê DBP’ê daxuyanî xwend. Kaya got: “Êdî ev welat ji bo jin û zarokan bi tehlûke ye. Em neçar in ji vê re bêjin bes e. Tenê gotina, êdî bes e têr nake. Divê em rawestînin.”

Daxuyaniya çapemeniyê bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.