Ji bo ciwanên Kurd kampa folklorê
Ji bo ciwanên Kurd kampa folklorê
Ji bo ciwanên Kurd kampa folklorê
Li Eyaleta Baverya ya Almanyayê di navbera 5-7’ê nîsanê de ji bo ciwanên Kurd kampa folklorê hate vekirin. Ji bajarên Nurnberg, Munih, Wurzburg, Ingolstadtê bi qasî 30 ciwan tevil bûn. Damezrênerên Kampa Folklorê ya Şehîd Sarya û perwerdekar Musatafa Lala û Yilmaz Beyazgul ders dan.
Ji damezrênerên kampê û mamosteyê folklorê Mustafa Lala da zanîn ku ew ji bo xizmeta ciwanan bikin li vir in. Lala da zanîn ku girîng e ku ciwan xwedî li çanda xwe derbikevin.
Lala da zanîn ku bi qasî ew dixwazin hîna jî xebatên çanda Kurdî li başûrê Almanyayê pêş neketiye û got ku ew bi taybet li derdora Nurnberg û derdoraw xebatê dike. Her wiha binê wê yekê xet kir ku ew dixwazin ji kampê komeke xurt a folklorê derbixin.
Mamosteyê foklorê Yilmaz Beyazgul jî diyar kir ku ew dixwazin perwerdeyeke bi lez di nava sê rojan de li Kampa Folklorê ya Şehîd Berçem Amedê bidin û got ku ew bi vî awayî hinek ji wan dikarin beşdarî mihrîcanê jî bibin.
Beyazgul destnîşan kir ku her çendî dema kampêê kêm bû jî lê berhemek daye û got: “Ez dixwazim li vir bi rêya bangî komên din bikim. Her çendî hin kom xwe bes bibînin, lê dixwazim tevlî mihrîcanê bibin. Ji ber ku Mihrîcan ji pêşbirkê zêdetir mihrîcana folklorê ye.
Di beşa dawî ya kampê de nunerên TEV-ÇAND’ê semîr dan.