HEVPEYVÎN

Ji bo azadiya Abdullah Ocalan 3 milyon û 699 hezar îmze wê ji YE re bên şandin

Înîsiyatîfa Abdullah Ocalan a Sûriyeyê xwe amade dike ku 3 mîlyon û 699 hezar îmzeyên ku di encama kampanya îmzeyan de kom kir, ji YE’yê re bişîne. Ji Înîsiyatîfa Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Nûha Omer diyar kir ku armanca sereke azadiya Abdullah Ocalan e.

JI BO ABDULLAH OCALAN KAMPANYAYA ÎMZEYAN

Înîsiyatîfa Abdullah Ocalan a Sûriyeyê xwe amade dike ku 3 mîlyon û 699 hezar îmzeyên ku di encama kampanya îmzeyan de kom kir, ji Yekîtiya Ewropayê (YE) re bişîne. Endama Înîsiyatîfa Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Nûha Omer der barê kampanyayê de bersiv da pirsên ANF'ê.

Qonaxa duyemîn a pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin didome. Di çarçoveya pêngavê de heta niha çi xebat hatine kirin?

Pêngava ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatibû destpêkirin di raya giştî ya cîhanê de xwedî cihekî gelekî girîng bû. Ev pêngav di 10’ê Cotmeha 2023’an de bi beşdariya 74 welatan û bi pêşengiya dostên gelê Kurd hate destpêkirin. Ev pêngava ku gav bi gav pêş dikeve û mezin dibe hema hema li seranserê cîhanê belav bûye. Her wiha yên ku dest bi vê pêngavê kirin û di nav de cih girtin parêzer, nivîskar, aktîvîst, siyasetmedar û rewşenbîr bûn. Piştî 4 rojan ji ragihandina pêngavê, di 14’ê Cotmehê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel bi tevlîbûna hemû pêkhateyên xwe bi awayekî aktîf tevlî pêngavê bû. Di pêvajoya pêngavê de lêkolîn û çalakiyên pir girîng hatin pêşxistin.

Li çar aliyê cîhanê gel beşdarî kampanya xwendina parêznameyên Rêbertî bûn. Qonaxa duyemîn a pêngavê di 15'ê Sibatê de bi dayîna daxuyaniya çapemeniyê ya di meşa mezin a li Kolnê de destpê kir. Qonaxa duyemîn a pêngavê bi gelek çalakî û xebatên cuda berdewam kir. 8'ê Adarê, 12'ê Adarê, û Newroz ev hemû di çarçoveya pêngavê de li ber çavan hatin girtin û tevlîbûneke girseyî pêk hat.

We di çarçoveya pêngava Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek xebat meşandin. Yek ji van çalakiyan jî kampanyaya îmzeyan bû. Çima ev kampanya girîng e?

Xebata me ya herî girîng kampanyaya îmzeyan e. Helbet ev ne cara yekem e ku ev çalakî tê kirin, lê ev kampanyaya ku di vê heyamê de hat kirin pir bi bandor bû. Kampanya di 4’ê Nîsanê de bi dawî bû. Armanca me di vê kampanyayê de komkirina 3 mîlyon îmzeyan bû. Bi tevahî 3 mîlyon û 699 hezar îmze hatin berhevkirin. Ev yek nîşaneya dilsoziya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi Rêber Apo re ye. Ev pêngav di çarçoveya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hat destpêkirin, lê hin bajarên di bin kontrola hikûmeta Şamê de jî tevlî vê kampanyayê bûn.

Doza Rêber Apo êdî bûye dozeke cîhanî. Di vê wateyê de hemû saziyên din ên mafên mirovan û mirovahî yên wekî Yekîtiya Ewropa, CPT, DMME’yê ji vê berpirsyar in. Ew van erkên xwe bi cih naynin. Me berê ji van hemû saziyan re name şandibû. Ew dezgehên serbixwe ne û xwedî erkên xwe ne. Divê ew van berpirsyariyan bigirin dest. Doza Rêber Apo hem siyasî, hem hiqûqî û hem jî mirovî ye. Di komkirin û şandina van îmzeyan de hemû partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî aktîf cih girtin. Niha ji bo şandina îmzeyên hatine komkirin xebatên dîplomatîk tên kirin. Helbet ji bo vê jî komîteyek hat avakirin.

Ji niha û pê de qonaxên pêşketinê dê çawa bin?

Sîstema ku niha heye sîstemeke kapîtalîst e û piraniya pirsgirêkan jî ji vê sîstemê derdikevin. Niha tişta herî balkêş; Welatê ku ev pêngav destpêkir, bi rastî jî navenda kapîtalîzmê bû. Di vê wateyê de girîngiya vê tevgerê pir zêde ye. Helbet pêngav dê bidome. Piştî qonaxa duyemîn jî dikare derbasî qonaxeke bilindtir bibe. Armanca sereke li vir ne tenê şikandina tecrîdê, mutleqkirina azadiya Rêber Apo ye.

Hûn ê weke Înîsiyatîfê di qonaxa duyemîn a pêngavê de xebatên çawa bikin?

Azadiya fîzîkî ya Rêbertî ne tenê ji bo gelê Kurd û Ereb e, îro hemû gel çareseriya pirsgirêkên xwe di felsefeya Rêbertî de dibîne. Ev sîstem bandoreke cidî tenduristiya Rêbertî dike. Ev bi serê xwe neheqiyeke mezin e. Niha weke Însiyatîfa Rêbertî me du lêkolîn derxistin pêş. Yek ji van azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye, ya duyemîn jî belavkirina felsefeya Rêbertî li hemû cîhanê ye. Di vî warî de xebatên me wê ne tenê di çarçoveya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bin. Xebatên me li hemû welatên Rojhilata Navîn û derveyî welat hene û em ê hîn berfirehtir bibin. Di nava van de mijarên weke perwerde, ekolojî û bawerî wê esas bên girtin. Pêwîst e felsefe û paradîgmaya Rêbertî ji hemû gelan re û bi taybet jî ji pêkhateyên gel re baş were vegotin. Jixwe xebatên me yên li ser pîvana qanûnî hebûn, lê ev lêkolîn dê bi xurtî berdewam bikin. Xebatên me yên rûtîn wê bê navber bidomin. Xebatên me yên wekî kongre, konferans, panel, şandina nameyan ranawestin. Dibe ku di pêşerojê de di lêkolînên cûda de derkeve holê.

Weke Înîsiyatîfê beriya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî xebatên we yên dîplomatîk hebûn? Ev xebat çawa pêşketin di pêngavê kir?

Beriya ku ev pêngav were pêşxistin gelek xebatên me hebûn. Li gelek welatan ji bo danasîna Rêbertî, felsefe û îdeolojiya wî û her wiha ji bo doza Rêbertî bikeve rojeva gelên cîhanê xebat hatin kirin. Heyetên me çûn gelek welatan. Heyetên me çûn Afrîkaya Başûr. Me jî di çarçoveya Rojhilata Navîn de kar kir. Bi beşdariya 10 welatên Ereb konferansek hate lidarxistin. Gelek kesên girîng beşdarî vê konferansê bûn û di avakirina vê pêngavê de zemîn danîn. Dîsa di çarçoveya Sûriyeyê de ji bo Rêbertî li Reqayê konferansên hiqûq û tenduristiyê hatin lidarxistin. Ji gelek deverên Sûriyeyê kesên girîng beşdarî van konferansan bûn. Gelek xebatên girîng derketin holê. Weke Înîsiyatîfa Rêbertiyê em li ser gelek nîqaşên ku di konferansan de derdikevin dixebitin. Xebatên me yên dîplomatîk bandorek girîng li ser pêngavê kir.