Ji bo aştiyê yek dil

Bi hezaran kes bi bangawaziya Bloka Aştiyê li Stenbolê civiya û li hemberî polîtîkayên şer helwesta aştiyê qîriya û bersiva hikûmetê da: "Em ê xwedî li aştiyê derkevin, em ê bi we şer nedin kirin."

Bi hezaran kes bi bangawaziya Bloka Aştiyê li Stenbolê civiya û li hemberî polîtîkayên şer helwesta aştiyê qîriya û bersiva hikûmetê da: "Em ê xwedî li aştiyê derkevin, em ê bi we şer nedin kirin."

Bloka Aştiyê ku ji 90 sazî û dezgehan pêk tê, ji ber ku "Meşa Mezin a Aştiyê" ji aliye Walîtiyê ve hate qedexekirin, li Îstasyona Metro ya Aksarayê kom bûn û daxuyaniya çapemeniyê dan. Endamên Bloka Aştiyê, ji ber îxtimala êrîşan parastina qadê bi xwe kirin. Ji ber ku polîsan nehiştin alên li ser wan "Aştî" nivîsandî bikeve qadê, di navbera gel û polîsan de alozî derket. Welatiyan polîs bi dirûşman protesto kirin.

JI PARTIYÊN SIYASÎ Û SAZIYÊN CIVAKÎ YÊN NAVNETEWEYÎ PIŞTEVANÎ

Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag, parlamenterên HDP'ê, Serokê DÎSK'ê Kanî Beko, Serokê KESK'ê Lamî Ozgen, Hevserokê ODP'ê Alper Taş, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, Seroka Halkevlerî Oya Baydar, Seroka Giştî ya ESP'ê Oya Baydar, pêkhateyên Bloka Aştiyê jî di nav de bi hezaran welatî tevlî çalakiyê bûn. Her wiha gelek partiyên siyasî û saziyên civakî yên navneteweyî jî piştgiriya daxuyaniyê dan.

'HIKÛMET TIRKIYEYÊ BER BI ŞERÊ TOPYEKÛN VE DIBE'

Di çalakiyê de bi hezaran kesî bi yek dengî dirûşma, "Dad, biratî, azadî, demokrasi û aştî" berz kirin. Di çalakiyê de li ser navê Bloka Aştiyê Nuray Sancar daxuyanî da. Sancar, anî ziman ku Meşa Mezin a Aştiyê bêyî hincetek hiqûqî hatiye qedexekirin. Sancar bale kişand ser polîtîkayên AKP'ê ku Tirkiyeyê ber bi pêvojeyek ne diyar ve dibe û Serokkomar Erdogan jî ji bo berjewendiyên şexsî pêşeroja Tirkiyeyê tarî dike. Sancar bale kişand ser Serokkomar Erdogan û destnîşan kir ku ji ber têkçûna hilbijartinê, têkçûna polîtîkayên Rojhilata Navîn, desketiyên Tevgera Azadiyê, Erdogan dixwaze bi zextan Tirkiyeyê rehin bigire.

'EM Ê XWEDÎ LI AŞTIYÊ DERKEVIN'

Sancar di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku Bloka Aştiyê li hemberî polîtikayên şer, di aştiyê de israr dike. Sancar, bang li hemû raya giştî kir da ku xwedî li aştiyê derkevin û got: "Em ê xwedî li aştiyê derkevin, em ê bi we şer nedin kirin."