Ji ber şewatê li Amedê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li taxa Alangor a navçeya Yenîşehîrê, ji ber şewata li malekê derket, ji malbata Ozcan 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li taxa Alangor a navçeya Yenîşehîrê, ji ber şewata li malekê derket, ji malbata Ozcan 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ekîbên arkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di nava 7 deqeyan de xwe gihandin cihê bûyerê, mudaxleyî şewatê kirin.

Serokê Daîreya Arkujiyê Hakki Bîlîcî anî ziman ku li ser îxbarê wan di nava 7 deqeyan de xwe gihandine cihê şewatê, lê nizanin ka şewat kîjan saetê destpê kiriye.

Tevî hemû hewldanên du ekîbên arkujiyê jî bav Mûrat Ozcan, dayik Leyla Ozcan û zarokên wan Gulîstan (13), Azad (11) û Mehmet Ozcan (5) nehatin rizgarkirin.

Cenazeyê 5 kesên ji ber dûxanê fetisîn, ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî.