Ji Bazîdaxa, Kop û Bismilê banga boykotê
Ji Bazîdaxa, Kop û Bismilê banga boykotê
Ji Bazîdaxa, Kop û Bismilê banga boykotê
Li navçeyên Bazîdaxa, Kop û Bismilê bi daxwaza Perwerdeyê Zimanê Dayikê û rakirina 'sonda me' banga boykota dibistanan hat kirin.
Rêxistina BDP'ê ya Bazîdaxa ya Wanê, bi armanca şermezarkirina qedexeya li ser perwerdeya zimanê dayikê û boykotkirina dibistanan li ber avahiya BDP'ê daxuyani da çapemeniyê. Rêveberên BDP'ê di daxuyaniyê de dowîzên li ser daxwaza perwerdeya zimanê dayikê bi zimanên Îngîlîzî, Erebî, Tirkî û Kurdî nivîsandî hilgirtin. Di çalakiyê de pankarta "Ez hebûna xwe nakim qurbana hebûn ti kesên din" hat vekirin. Serokê Rêxistina BDP'a Bazîdaxayê Abbas Atsak, hikûmet xwest astengiyên li pêş perwerdeya zimanê dayikê bên rakirin. Atsak bang li her kesî kir ku dibistanan boykot bikin.
Li Navçeya Kopê ya Mûşê jî bi heman armancê Rêxistina BDP'ê ya Kopê banga tevlêbûna meşa sibê kir. Di civîna çapemeniyê ya li avahiya BDP'ê de rêveberên BDP'ê amade bûn Hevseroka BDP'ê ya Kopê Mahinur Taş bang li hikumetê kir û xwest astengiyên li pêş perwerdehiya zimanê dayikê rake.
Sibê ji bo daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê û boykota dibistanan dê li Navenda Mûşê û Navçeyên Mûşê meşên girseyî bên lidarxistin. Rêxistina BDP'ê ya Kopê dê sibê saet di 13.00'an de ji avahiya BDP'ê heta Kolana Aslanpaşa bimeşin.
BISMIL: Rêxistina BDP'ê ya Bismilê jî bi heman armancê, bi boneya banga meşa sibê bike daxuyanî dan. Rêveberên BDP'ê yên Bismilê ji bo meşa sibê ku ji avahiya BDP'ê destpê bike heta Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê bidome li ber avahiya BDP'ê daxuyanî dan. Hevserokê BDP'a Bismilê Tufan Tunç, bang li her kesî kir ku sibê tev li meşa wan bibin. Piştî daxuyaniyê ji bo meşa sibê belavok hatin belav kirin.