Însel: Bi HDP’ê re em dikarin li Tirkiyeya ku xeyal dikin bin
Prof Dr. Însel diyar kir ku beyannemaya hilbijartinê ya HDP’ê ‘bernameyeke şaristaniyan e’ û got: “Nîvê beyannameya ku HDP’ê aşkera kiriye li Tirkiyeyê pêk hatiba, em ê li Tirkiyeya ku xeyal dikin bûna.”
ZEYNEP KÛRAY - ANF
STENBOL
în, 24 avrêlê 2015, 11:01
Prof Dr. Însel diyar kir ku beyannemaya hilbijartinê ya HDP’ê ‘bernameyake şaristaniyan e’ û got: “Nîvê beyannameya ku HDP’ê aşkera kiriye li Tirkiyeyê pêk hatiba, em ê li Tirkiyeya ku xeyal dikin bûna.”
BERNAMEYA ŞARISTANIYÊ
Aborîst-nivîskar Prof. Dr. Ahmet Însel beyanameya hilbijartinê ya bi ser navê ‘Mirovahiya Mezin’ a HDP’ê ji ANF’ê re nirxand…
Însel diyar kir ku beyannameya HDP’ê bernameyeke şaristaniya hevseng, baş hatiye fikirîn û pêşniyaran ji bo pevçûn û aloziya civaka Tirkiyeyê niha hîs dike, tîne ye.
Însel got ku beyanname, rewşa xurtkirî û berfireh a bernameya serokkomariyê ya ku di meha Tîrmehê de wek projeya ‘Jiyana Nû’ hat pêşkêşkirin e.
HDP BANDORÊ LI PARTIYÊN DIN JÎ DIKE
Însel wiha got: “Dema bernameya aborî bê desthilatdariyê ji xwe dikare derfet û çavkaniyan bibine. Ji ber vê sedemê ji aboriyê wêdetir, di vê bernameyê de ya girîngtir ev e ku rêgezên bihevrebûna civaka Tirkiyeyê tacîdar dike. Di serî de wekheviya jin-mêr, li ser wekheviya mafên çandî, civakî û siyasî hatiye avakirin û ev pêşniyar li plana pêş e.
Dema bi bernameya aboriyê li desthilatdariyê nebin, mirov nekarin bandorek zêde li partiya desthilatdariyê bikin. Lê bi pêşniyarên ku hûn tînin dikarin bandorê li partiyên desthilatdariyê bikin. Mînaka vê ya herî şênber jî modela hevserokatiyê ya ku HDP’ê piştî BDP’ê kiriye jiyanê ye. HDP’ê pergala hevserokatiyê da zorê û empozeyê partiyên din jî kir.”
EM Ê BIBIN TIRKIYEYEK CUDA
Însel bi lêv kir ku divê piştgirî ji bo bernameya HDP’ê bê dayîn û got: “Nîvê beyannameya ku HDP’ê aşkera kiriye li Tirkiyeyê pêk hatiba, em ê li Tirkiyeya ku me xeyal dikir bûna.”