ÎHD: Divê Murşîtpinar bê vekirin
ÎHD a li Pirsûs û Kobanê lêkolîn kir, ji bo Kobanê ji nû ve bê avakirin xwest Deriyê Sînor ê Mûrşîtpinar bê vekirin.
ÎHD a li Pirsûs û Kobanê lêkolîn kir, ji bo Kobanê ji nû ve bê avakirin xwest Deriyê Sînor ê Mûrşîtpinar bê vekirin.
ÎHD a li Pirsûs û Kobanê lêkolîn kir, ji bo Kobanê ji nû ve bê avakirin xwest Deriyê Sînor ê Mûrşîtpinar bê vekirin.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)’ê têkildarî lêkolînên xwe yên li Kobanê û Pirsûsê rapora amade kiribû aşkera kir.
Heyet, 6’ê Sibatê kampa AFAD’ê ya li Pirsûsê ziyaret kir.
Li gor raporê, kampa AFAD'ê li gor 35 hezar kesan hatiye çêkirin. Derdora kampê bi têlên stirî hatiye dorpêçkirin, li nuqteyên cuda kuleyên ewlekariyê hatine danîn û wiha hat gotin, “Ev rewş li ser penaberên ku dixwazin li cihekî azad bijîn bandoreke derûnî dike. Her wiha ji ber li kampê perwerdeya zimanê Kurdî jî nayê dayîn yek ji faktorên ku penaber naçin kampê.”
BAJÊR BI TEMAMÎ KAVIL E
Heyeta ÎHD’ê navenda bajêr ziyaret kir û bi rayedaran re hevdîtin pêk anî. ÎHD’ê diyar kir ku bajêr hema bi temamî bûye kavil û got, "Li bajêr elektrîk nîne. Şebekeya avê bi temamî xera bûye. Li bajêr av nîne. Bi kurtasî binesaziya bajêr rûxiyaye. Dema em li navenda bajêr digeriyan, me hin bêhnên ku em difikirin ceset di bin xirbeyan de hene tespît kir. Hema li tevahiya bajêr guleyên hawanan ên ne teqiyane, temeniyên cuda hene. Ji lewra ji bilî rayedarên bajêr nas dikin, gera li bajêr bi tehlûke ye.”
DIVÊ LI NAVENDA BAJÊR KAMP BÊ AVAKIRIN
Heyeta ÎHD’ê xwest Deriyê Sînor ê Murşîtpinar ji bo alîkariyên mirovî timî vekirî bimîne. ÎHD’ê diyar kir ku ji bo vegera welatiyên Kobanê pêwîstî heye ku kampeke ji bo 10 hezar kesî bê avakirin. ÎHD’ê wiha dewam kir, "Divê ji bo Kobaniyên vedigerin, hem Tirkiye û hem jî saziyên navneteweyî divê alîkariya mirovî bişînin Kobanê."
ÎHD’ê her wiha da xuyakirin ku tehdîda DAIŞ’ê hê bi temamî ji holê ranebûye û ji bo parastina bajêr bihêz bibe, divê civaka navneteweyî hê zêdetir xwedî berpirsyar be.