Hunermendan Komkujiya Rojava şermezar kirin
Hunermendan Komkujiya Rojava şermezar kirin
Hunermendan Komkujiya Rojava şermezar kirin
Hunermendên NÇM, Arzela û Navenda Çanda MED, ji bo balê bikişînin ser komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê rû didin, daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê.
Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), Arzela û Navenda Çandê ya MED, ji bo balê bikişînin ser komkujiyên ku li Rojava ji aliyê Komên çete yên girêdayî El Nusra ve tên kirin û di nav civakê de hişyariyekê çêbikin, li avahiya Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafê Mirovan daxuyaniya çapemeniyê dan.
Hunermend Haluk Tolga Îlhan, Erdogan Emîr, Yusuf Çetîn û derhêner Garîb Çelîk jî di nav de gelek hunermendan piştgirî dan daxuyaniyê. Li ser navê hunermendan Hîvda Gokel a yek ji hunermendên NÇM'ê ye daxuyanî xwend û destnîşan kir ku di tevayî dîrokê de hêzên emperyalîst û dagirker li Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe tevgeriyane û ji bo modernîteya kapîtalîst bê jiyîn çi ji destê wan hatiye kirine.
Gokel axaftina xwe weha dewam kir: "Îro li Rojhilata Navîn weke avê xwîn diherike. Nirxên pîroz ên mirovatiyê mîna di dîrokê de dîsa tên perçiqandin. Li Mezopotamyaya ku dergûşa mirovatiyê ye, bi cudahiyên baweriyan, bi şerên etnîkî, bi talanên erdnîgariyan tê xwestin ku mirovatî were fetisandin."
Gokel di axaftina xwe de da xuyakirin ku li Rojava li dijî gelê Kurd bi destê komên çete êrîş pêk tên û gelê Rojava tê kuştin. Gokel anî ziman ku êrîşên li dijî Şoreşa Rojava ji aliyê dewletên emperyalîst ve pêk tên û di vê der barê de ev xal destnîşan kir: "Ev komên çete yên dûvikên hêzên emperyalîst û dewletên netewe yên paşverû, Îslamiyetê ji bo xwe wek maske bi kar tînin û hewl didin ji bo xwe bingehekê çêbikin." Gokel di berdewama axaftina xwe de got ku ew ligel gelê Rojava ne û têkildarî Rojava banga hişyariyê li gel kir.
Hîvda Gokel di berdewama axaftina xwe de ku bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin got, "Ji bo pêvajo bi serketî bi encam bibe divê hukûmet gavên pêwîst biavêje."