Hunermendan Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî saz kirin
Hunermendan Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî saz kirin
Hunermendan Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî saz kirin
Hunermendên kurd ji bo ku tevkariyê bidin pêvajoya bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza Amedê ya dîrokî de hate xwendin dest pê kirin hatin cem hev û înîsiyatîfa bi navê 'Ji Bo Azadiya Ocalan Însiyatîfa Hunermendan' ava kirin. Înîsiyatîfê da zanîn ku azadiya Birêz Ocalan dê bibe wesileya azadî, wekhevî û jiyanekî demokratik ya gelên Anatolya û Mezopotamyayê.
Ji Bo Azadiya Ocalan Însiyatîfa Hunermendan bi daxuyaniyekê avakirina xwe îlan kirin. Di daxuyaniyê de têkildarî mijdarê xwe wiha hate gotin.
"Demek dirêje li herem û cîhanê pirsgirêka kurd tê nîqaşkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gelek êş hatin kişandin. Tekonşinekî mezin û bêhempa hate dayîn. Ji sala 1993 yan vir ve ji bo çereserkirina pirsgirêka kurd bi gelek rê û rêbaza tekoşînê hatin meşandin.Herî dawî hevdîtinê ku li Îmraliyê hatine destpêkirin di raya giştî de hêviyek mezin ava kir. Di vê pêvajoya ku di raya giştî de wek pêvajoya çareseriyê hat bi navkirin de çûyîna heyetan ya Îmraliyê, nameyên ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ve hatiye nivîsandin, di Newroza 2013'yan de peyama Birêz Ocalan a ji bo rizgariya demokratik û jiyana azad hêviyên çareseriyê mezintir kirin."
Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku ew dizanin di erdnîgariya Anatolya û Mezopotamya yê de çareseriya demokratik bi çareserkirina pirsgirêra kurd pêkane û wiha hate gotin:
"Çareserkirina pirsgirêka kurd ji bo gelên Anatolya û Mezopotamyayê rizgariya demokratik û jiyana azade. Ji ber vê yekê em wek hunermendên kurd ev pêvajoya ku despêkiriye girîng û watedar dibînin. Hîn baştir hat fêmkirin ku navnîşana çareseriyê Birêz Ocalan e. Lewma em wek hunermendên kurd dibêjên ku azadiya Birêz Ocalan wê bibe wesileya azadî, wekhevî û jiyanekî demokratik ya gelên Anatolya û Mezopotamyayê. Heta Birêz Ocalan azad nebe çareseriyek bi rastî û mayînde ne pêkane. Ji ber vê yekê em wek hunermendên kurd keda Birêz Ocalan ku ji bo gelên Anatolya û Mezopotamya di nav aramî, biratî û azadiyê de bijîn dide silav dikin. Ji bo vê mijarê em wek hunermendên kurd di bin navê însiyatîfek de hatin cem hev. Me xwe wek 'Ji Bo Azadiya Ocalan Însiyatîfa Hunermendan' bi nav kir. Û ji bo azadiya Birêz Ocalan emê di nava hewldana de bin. Ji bo vê yekê emê di nav çalakî û aktîvîteyên cûr be cûr yê çandî û hunerî de bin. Em bang dikin ku ji bo azadiya Birêz Ocalan hemû sazî û dezgehên çandî huner û hunermend deg bidin dengê me. Ji bo mezinkirina çareseriyê mil bidin milê me."