Hunermenda Kurd bi stranan dil dikewîne

Hunermenda Kurd bi stranan dil dikewîne

Hunermenda kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Gowhar Feyzî ku li paytexta Ingilîstanê Londonê dijî êş û azarên hemû zext, pêkutî û neyîniyên jiyanê û hesreta welatê xwe bi xêra muzîkê dikewîne

 Hunermenda deng navdar ya kurd Gowhar Feyzî ku ji rojhilatê Kurdistanê ye êş û azarên jiyana sirgûnê bi muzîkê derman dike. Gowhar a ku ligel muzîkjeniyê aktivîstiya mafên jinan jî dike diyar kir ku jinên kurd li ku derê dijîn bila bijîn, divê girîngiyê bidin perwerde û rêxistinkirinê.

Hunermenda dengxweş Gowhar li bajarê Bokanê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û ji temenên zarokatiyê de dest bi muzîkê kiriye. Gowhar di nav malbateke 8 zarok de mezin bûye ku malbata wê jî bi muzîkê re eleqedar bûye.

Gowhar diyar kir ku her çend malbata wê bi muzîkê re eleqedar bûye jî ji bilî wê tu kesekî bi awayekî profesyonel bi muzîkê re mijûl nebûye û wiha aixîvî: “Dema ku malbat bi tevahî li hev rûdinişt stran digotin û dê û bavê min jî di warê muzîkê de ez gelek teşwîq kirim.”

STRAN TÊN QEDEXEKIRIN

Gowhar di dema dibistan dixwend ji bo hevalên xwe jî stranan digotin. Rayedarên dibistanê piştî ku li dengê wê yê xweş diwarqilin hêj ku 11 salî ye di aktîvîteyên dibistanê de derdikeve ser dikê û stranan dibêje. Şewq û daxwaza Gowharê ya ji bo pêşxistina muzîkê bi pêkhatina ‘Şoreşa Îslamê’ ya ku di sala 1979’an de pêk hat tê şikandin. Gowhar têkildarî wan deman destnîşan kir ku atmosfera welat ji wê demê de bi carekê guherî û ev yek wiha anî ziman: “Komara Îslamê ya Îranê muzîk qedexe kiribû. Ne mêr ne jî jin li pêşberî civakê nikaribûn stranan bibêjin.”

Gowhar bilêv kir ku bi vê guherînê re eleqeya xwe ya ji bo muzîkê nikaribûye bidomîne. Di vê navberê de di navbera gerîlayên kurd û hikûmeta navendî ya Îranê de şer derdikeve û ji ber vî şerê bêeman mecbûr dimîne ku bajarê xwe Bokanê biterikîne. Gowhar bi bîr xist ku dema Komara Îslamê ya Îranê hat avakirin hemû mafên jinan hatin xespkirin û binpêkirin û axaftina xwe wiha domand: “Piştî îqtîdar dest guhert û zext zêde bûn em mecbûr man ku Bokanê biterikînin û xwe li çiyayayên Kurdistanê bigirin.”

LI ÇIYAYAN MUZÎK

Di şerê ku di navbera şervanên kurd û dewleta Îranê de derdikeve birayekî Gowharê jî şehîd dikeve. Gowhar diyar kir ku ligel hemû êş û azaran jî tu caran hêviya xwe winda nekiriye û axaftia xwe wiha domand: “Me her tim jiyana xwe di nava plansaziyekê de didomand. Ji bo ku zaroên kurd fêrî kurdî bibin me li çiyayan kurs vekirin. Piştî perwerdeyê min jî li gundekî dest bi mamostetiyê kir. Havînan jî ez li nexweşxaneyekê wekî hemşîre dixebitîm. Carekê komeke muzîkê ya ÎPDK’ê li herêma min lê hemşîretî dikir derketibû tûrneyekê. Min jî bi wê komê re stran gotin. Dengê min ecibandin û piştre ez tevli wan bûm.” Gowhar diyar kir ku li çiyayan di nav bêderfetiyan de nikaribûne muzîkê çêbikin.

 ALIYÊN KÊM-MAYÎ

Gowhar bal kişand ser ku ji wan deman vir ve ye her tim stran gotine û di sala 1993’ayn de jî mecbûr maye berê xwe bide welatê xeribiyê ango Ingilîstanê. Gowhar piştî ku hînî ingilîzî dibe diçe zanîngehê. Gowhar her çend li hemberî hemû zext û pêkutiyan li ber xwe dabe jî her tim aliyekî xwe kêm-mayî dîtiye.Ew jî dûrbûna ji welat û malbata wê ye.

Gowhar bi van gotinan hestên xwe yên hesretê anîn ziman: “Hesta valahiyê, hesta neaîdbûna vî welatî û hesta sirgûnê li ser ruhê min hukimê xwe dikir û ez di nav van hestan de dikirim ku bifetisim. Min xwişk û bira li dû xwe hiştibûn, dûrbûna ji welatê xwe û venegerîn ez perîşan dikirim.” Gowhar der heqê rizgariya xwe ya ji van hestan de diyar kir ku bi saya muzîkê û aktîvîstiya mafên jinan êş û azarên xwe dikewîne.