HPG'ê Şahan Gever bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê gerîla Şahan Gever bi rêzdarî bi bîr anî ku sala 2020'î li Xakurkê şehîd bû û sersaxî ji eşîra Oremarê, malbata wî û gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"23'ê Nîsana 2020'î li Xakurkê di êrîşa dijmin de ewladê hêja yê eşîra Oremarê û ji milîtanên leheng ên têkoşîna me ya azadiyê hevrêyê me Şahan Gever şehîd bû.

Hevrêyê me Şahan çanda xurt a eşîra welatparêz û malbata cewherî di nava têkoşîna me de bi çanda şoreşgerî ya Apoyî re kir yek û bi vî rengî xwe gihand kesayetiyekî şoreşgerî. Di nava têkoşînê de bi daxwaz û wêrekiya xwe ya bilind li her qadê wezîfeyên milîtaniyê bi serketî bi cih anî. Li gelek qadên herêma Xakurkê têkoşiya, bi sekna xwe ya leşkerî, zelaliya di îdeolojiya Apoyî de, bi hevrêtiya xwe ya kûr û tevlîbûna bi fedakarî ya li jiyanê bû gerîlayekî şareza. Bi saya van taybetmendiyên xwe li gelek qadên têkoşînê ji hevrêyên xwe ve hate hezkirin û bû cihê hurmetê. Hevrêyê me Şahan bi mezinkirina têkoşîna xwe bersiv da nirxên hevrêyên xwe.

Di serî de eşîra Oremar a welatparêz û malbata hêja ya hevrêyê me Şahan ku ewladekî leheng ê mîna hevrêyê me Şahan tevlî nava têkoşîna azadiyê kir, bila serê tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Şahan Gever bi vî rengî ye:

Nasnav: Şahan Gever
Nav paşnav: Bîrhat Bûldan
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Xetîce-Mîrpenç
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Nîsana 2020 / Xakurkê

Hevrêyê me Şahan li nava malbateke ji eşîra Oremar a welatparêz a Kurdistanê li Geverê ji dayik bû. Hevrêyê me Şahan bi hişmendiya welatparêziya kûr, kevneşopî û çanda Kurdîtiyê ya xurt a malbat û eşîra xwe mezin bû, hîn di temenê biçûk de partiya me PKK nas kir. Cografya ku lê bû ji ber ku qadeke bi bandor a gerîla ye û gerîla li vê qadê her tim li dijî dagirkeran çalakiyan dike, vê yekê bandor li hevrêyê me Şahan kir. Mîna her kesên li kurdistanê, hevrêyê me Şahan jî rastiya qirker a dijmin dît, bi xwe şahidî jê re kir û gihîşt wê baweriyê ku divê li hemberî rastiya vî dijminî têbikoşe. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku tenê bi vî rengî gelê me dikare li Kurdistana ku bi hezaran sal in lê ye bi rengekî azad bijî. Weke ciwanekî Kurd ê welatparêz xwe ji azadkirina gelê xwe berpirsyar dît û ji bo vê berpirsyariya xwe bic ih bîne biryar da ku tevlî nava têkoşînê bibe. Ji ber ku ji eşîra wî, xizmên wî yên nêz li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê şehîd bûn, ev yek ji bo hevrêyê me Şahan bû hinceteke din a têkoşînê. Li ser vê bingehê ji bo karibe berpirsyariyên xwe yên ji bo azadiya gelê me bi cih bîne û bi rengekî rast xwedî li xeta şehîdan derkeve, gihîşt wê encamê ku rêbaza herî rast a têkoşînê tevlîbûna li nava refên gerîla ye. Lewma berê xwe da çiyayên Kurdistanê û gihîşt wê rûmetê ku bibe gerîlayek.

Li çiyayên ku ne xerîbê wê bû, vê carê weke şervanekî azadiyê tevdigeriya, di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû. Bi bandora têkiliyên kûr ên ehvrêtiyê û jiyana komunal a gerîla, bi daxwaz û kelecaneke mezin tevlî jiyanê bû. Hevrêyê me zanîbû ku ji bo berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne divê xwe bi her awayî bi pêş ve bibe, li ser vê bingehê girîngî da perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî. Bi têgihiştina ku bi kûrbûna li ser xeta têkoşînê ya Apoyî dikare wezîfeyên xwe yên demê pêk bîne, xwe tevlî perwerdeyê kir. Hevrêyê me bawer dikir ku tenê bi kesayetiyekî şoreşgerî dikare wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi cih bîne, bi vê armancê li perwerdeyên îdeolojîk xwe gihand kesayetiyekî şoreşgerî. Zû hîn bû ku serketina li hemberî dewleta Tirk a dagirker bi serketina leşkerî dibe û bi vê têgihiştinê kûrbûna di rê û rêbazên gerîla de ji xwe re kir esas. Li gel taktîkên şer ên bingehîn ên gerîla her wiha hîn bû ku gelek çekan bi kar bîne û li benda wê kêliyê ma ku li hemberî dagirkeran şer bike.

Hevrêyê me Şahan bi qîmeteke hêja ya ku dida jiyana PKK'ê tevlî têkiliyên hevrêtiyê bû, bi tevlîbûna xwe ya durust, fedakar û kedkar bû milîtanekî Apoyî ku ji hevrêyên xwe re bibe mînak. Hevrêyê me di heman demê de bi kesayetiya xwe ya lêpirsînê li hemberî kêmasiyan têkoşiya û ji bo parastina pîvan û jiayna PKK'ê ya bi ked û jiyana bi deh hezaran şehîdan hate afirandin, kete nava hewldaneke girîng û wezîfeya xwe ya milîtaniyê bi cih anî. Li hemberî êrîşên topyekûn ên dewleta Tirk a dagirker ku ji bo tunekirina têkoşîna azadiyê ya gelê me û têkbirina hêviya azadiyê di sala 2015'an de da destpêkirin, hevrêyê me Şahan li Xakurkê bi wêrekiyeke mezin hewl da bersivê bide êrîşên dijmin. Hevrêyê me Şahan li hemberî êrîşên berfireh ên dijmin tevlî operasyonên şoreşgerî bû, di gelek çalakiyan de derbên giran li dijmin xist. Li hemberî hewldanên dijmin ên ji bo dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê timî di nava çalakiyan de bû û li gelek qadên Xakurkê wezîfe kir. Li her qadê bi fedakarî tevgeriya û li pêş bû. Bi hevrêyên xwe re têkiliyeke xurt a hevrêtiyê danî. Bi bandora şehadeta hevrêyên xwe, li hemberî dijmin bû xwedî kîn û hêrseke mezin. Hêrsa li hemberî dijmin bû sedem ku hevrêyê me Şahan têkoşîna xwe hîn mezin bike. Hevrêyê me Şahan ku di wê baweriyê de bû ku bi pêkanîna armancên şehîdan dikare xwedî li bîranîna şehîdan derkeve, bi vê têgihiştinê şerê xwe yê li dijî dagirkeran hîn mezin kir.

Bi daxwaza xwe ya bilind û biryardariya xwe ya li ser têkoşîNê her tim li pêş bû û di her kêliyê de ji bo derbên giran li dijmin bixe kûr dibû. Bi van taybetmendiyên xwe bû milîtanekî Apoyî yê hêja ku ji hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me di êrîşên dijmin ên 23'ê Nîsana 2020'î de yên li Xakurkê heta nefesa xwe ya dawî dilsozê nirxên azadiyê ma û bi şehadetê têkoşîna xwe di asta herî bilind de temam kir. Weke hevrêyên wî em careke din soz didin ku ji bo Kurdistana azad ku hesreta şehîdên me bû em ê têkoşîna xwe dewam bikin."