HPG: 4 dagirker hatin cezakirin

Li herêmên Zap û Metînayê di çalakiyên gerîla de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 5 mobesse û konek hatin îmhakirin.

DAXUYANIYA HPG'Ê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Herêma Metînayê;

2'ê Gulanê saet di 18:30'î de li Qada Berxwedanê ya Golkayê, bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran ahte xistin ku ketin binê kon. Di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin, kon hate îmhakirin.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

29'ê Nîsanê saet di 19:45'an li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hate îmhakirin.

1'ê Gulanê saet di 13:30, 15:00 û 15:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 3 kamerayên mobesse yên dagirkeran bi sûîqestê hatin îmhakirin.

1'ê Gulanê saet di 16:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sekvaniyê hate îmhkirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

1 û 3'ê Gulanê li herêma Garê Deşta Nehlê û Deşta Kafya 10 caran, li herêma Metînayê qadên Bêşîlî, Şêlazê û Bazê 4 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 5 caran, li herêma Xakurkê qada Sinînê 2 caran, li herêma Zapê Qada Berxwedanê ya ya Şehîd Îbrahîm carekê; bi giştî 22 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

1 û 3'ê Gulanê Qadên Berxwedanê yên Şêlazê û Golka bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."