Hozanê Gel Alî Çagan, diyar kir ku hilbijartinên di 7’ê Hezîranê de pêk tên ji bo mirovên li aliyê demokrasî, azadî, mafê mirovan, biratiya gelan in, derketine rê û bang kir ku divê hemû Elewî û kedkar dengên xwe bidin HDP’ê.
MURAT KUSEYRÎ - ANF
STOCKHOLM
şemî, 18 avrêlê 2015, 09:12
Hozanê Gel Alî Çagan, diyar kir ku hilbijartinên di 7’ê Hezîranê de pêk tên ji bo mirovên li aliyê demokrasî, azadî, mafê mirovan, biratiya gelan in, derketine rê û bang kir ku divê hemû Elewî û kedkar dengên xwe bidin HDP’ê.
Çagan bibîr xist ku Aşik Mahsunî Şerîf digot, ‘Zirne heman zirneye lê yê lê dide guheriye’ û wiha berdewam kir: “Heta îro hemû hikûmet wekhev hebûn. Ji hev ne cuda bûn. Dewlemend zêdetir dewlemend bûn, zext û zilma li ser kedkarên li aliyê azadî, demokrasî û mafên mirovan jî, zêde bûn.”
Çagan bi lêv kir ku divê beriya hilbijartinan her kes partiyan cuda cuda binirxînin û piştre biryara xwe bidin ku denga xwe didin kîjan partiyê û got: “Ji bo Erdogan serokkomarî têr nake. Dixwaze bibe sultanê welat û dîktatoriya xwe ava bike. Ji ber vê kesên dengên xwe didin AKP’ê ger pêşeroja xwe û zarokên xwe bifikirin, bila dengên xwe nedin AKP’ê.”
ME BI SALAN DENG DAN CHP’Ê, TIŞTEK NEGUHERÎ
Çagan da zanîn ku MHP partiyek nîjadperest e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesên li aliyê mafê mirovan û demokrasiyê ne divê dengên xwe nedin partiyek wisa. Alternatîfeke CHP’ê ya di aliyê Kurd, Elewî û kedkaran de tine. Me bi salan deng da CHP’ê. Ti tişt neguherî. Di hilbijartinên buhrî de dihat gotin ku wê Elewiyek bibe serokwezîr. Ji bo vê Elewiyan dengên xwe dan CHP’ê. Lê bi ser neket. Ev hilbijartin gelek cuda ne. HDP yekem car dikeve hilbijartinan. Daxwaza wan aşkera ye. Zêdebûna çend puanan a CHP’ê tiştekî naguhere. Lê HDP bikeve parlamentoyê wê her tişt biguhere.
HDP wê piraniya dengên AKP’ê û parlamenteran ji AKP’ê şûnde bigire. Ji bo ku pêşî li otorîterbûna Tirkiyeyê bê girtin, pêşî lê bê girtin ku Tirkiye bikeve nava aloziyê, ji bo pêşî li globalbûna civakê bê girtin divê em dengên xwe bidin HDP’ê.”
JI CHP’Ê NAMZETEKÎ BI NASNAMEYA ELEWITIYÊ BEŞDAR DIBE TINE
Alî Çagan yê ji sala 2000’î de li Swêdê dijî helwesta hibijêrên ku di hilbijartinên Swêdê de digirin jî wiha got: “Ger îhtîmala ku partiya Çep ji sedî 4 di bin bendê de bimîne hebe, sosyal demokrat ji bo Partiya Çep bikeve meclîsê dengan didin. Ev jî ji hevsengiya li parlamentoyê re xizmetê dike. Li Tirkiyeyê ya ku vê hevsengiyê ava bike jî HDP ye. Ji ber vê her kesên pêşeroja xwe difikirin divê dengên xwe bidin HDP’ê. Di lîsteya CHP’ê de ti namzet bi nasnameya Elewitiyê cih negirtiye. Kesên navdar cih girtine.”
QEZENCKIRINA HDP’Ê HÊVIYÊ DIDE MIROVAN
Çagan da zanîn ku ji bilî kesên ku ji AKP’ê fêde girtine wêdetir, her kesî hêviya xwe ji AKP’ê biriye û got: “Qezenckirina hilbijartinan a HDP’ê wê hêviyê bide gelan. AKP’ê di 12 salan de dewlemendên xwe, karsaz û çapemaniya xwe ya alîgir ava kir. Ji bo xizanan jî du kîlo meqerne û komir belav kir. Welat û gel xizan kir. Kirin parsek.”
DAXWAZÊN ELEWIYAN DI BERNAMEYA HDP’Ê DE YE
Çagan got ku HDP azadî û mafê mirovan derdixe pêş û got: “Partiyên din van daxwazan naynin rojevê. Pirsgirêkên Elewiyan naynin ziman. Daxwazên me di bernameya HDP’ê de heye. Ji van daxwazan hinek rakirina diyanetê, Malên Cemê wek îbadetgeh bên qebûlkirin in.
Li hember HDP’ê kampanyayek reşkirinê tê meşandin. Ev ji rêxistinê talîmatan digirin. Îdîa dikin ku ger bikevin parlamentoyê wê bi AKP’ê re hikûmetê ava bikin, wê Erdogan bikin serok. Ev îdîayên wiha ji bo HDP nekeve parlamentoyê tên kirin.”
HDP WÊ HEMÛ ALIYAN TEMSÎL BIKE
Çagan da xuyakirin ku di lîsteya HDP’ê de namzetên ku pirsgirêkên her aliyan bînin rojevê hene û destnîşan kir ku HDP hemû aliyan temsîl dike, divê her kes piştgiriyê bidin HDP’ê.”
RIZGARIYA JI ELEWIYAN DI DESTÊ WAN DE NE
Çagan bi lêv kir ku rizgariya Elewiyan di destê wan de ne û got ku Elewiyên ku di pêşeroja xwe de azadî û demokrasiyê dixwazin, bila bi mirovên azadî û demokrasiyê dixwazin re ligel hev têbikoşin.